Erdogan kete bin lingan

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 23 Çile 2023 - 01:59

Bi hezaran kes li paytexta Swêdê Stockholmê kom bûn û faşîzma dewleta Tirk û siyaseta dewleta Swêdê ya li ser Kurdan, protesto kirin.

Çalakî ji aliyê Komîteya Rojava, komên dijberên NATO’yê, Partiya Maf û Sosyalîstan, Partiya Çep, NCDK-Swêd û her wiha alîgirên jîngeh parêz ve hate lidarxistin.

Meş bi dirûşmeya “Kujer û faşîst Erdogan” li parka Norra Bangtorget dest pê kir û heta qada Medborgarplatsen dewam kir.

 

Tecrîd û çekên kîmyewî şermezar kirin

Li cihê çalakiyê gelek sazî û rêxistinan peyamên xwe dan. Li ser navê NCDK-Swêd daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de bêdengiya CPT ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên qedexe li ser Herêmên Parastina Medyayê hate protestokirin.

 

Em naxwazin Kurd bibin qurbanê NATO’yê

Li ser navê Şaxa Ciwanên Partiya Çep a Swêd Dûrry got: “Em dibêjin na ji bo endamtiya NATO’yê ku Kurd bibin qurbanê bazariyê. Em ji bo hevkariya faşîstekî weke Erdogan re dibêjin na. Em ê tu carî vê siyaseta emperyalîstan qebûl nekin.”

Zêdeyî 5 hezar kes tevlî meşê bûn û pankarta “Na ji bo NATO, na ji hevkariya faşîstan re” hate hildan. Her wiha wêneyên Rêber APO, alên PKK,YPG-YPJ’ê hatin hildan.. 

 

Alên PKK li ba bûn

Di dema derbasbûna meşvanan di nava kolanên bajêr de, alayeke mezin ya PKK bi ser pira li naverasta bajêr ve hate daliqandin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên, “Na ji bo endamtiya NATO’yê re”, “Jin jiyan azadî”, Terorîst Erdogan”, “Kujer Erdogan”, “Swêd ji bazariya bi Tirkiyê re vegere”, “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” hatin qîrîn.

Dema meşvan gihîstin qada Medborgarplatsenê, gelek axaftin hatin kirin û wiha gotin: “Dewleta Tirkiyeyê dixwaze Swêdê bike şirîkê binpêkirina mafê gelê Kurd û mirovatiyê. Eger Swêde serê xwe li hemberî daxwazên Tirkiye netewandiba, îro Tirkiye û faşîst Erdogan nedikarin welê bikin.”

ANF/STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.