Entegrasyon şirîktî ye bi zorê nabe
Sêşem 5 Tebax 2025 - 03:10
Trafîkek zêde ya dîplomasiyê heye, navbera Şam û şandeya Bakûr û Rojhlatê Suriyeyê de civînek dawî ya bi aloz çêbû, civîna Parîsê ya dihat plankirin, taloq bû, Kurdên li Rojava têkildarî yekîtiyê û cihgirtina di pêşeroja Suriyeyê de hewldanan didomînin, li gelek deverên Suriyeyê alozî, binpêkirin didomin, nîqaşên li ser destura Suriyeyê, pergala rêveberiyê, polîtîkayên hêzên derve û gelek mijarên didin berdewam dikin. Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di vê pêvajoyê de hîn zêdetir bûye rojev, rayedarên Amerîka, Fransa, Tirkiye û gelek derdorên din, nirxandinên cuda dikin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî derbarê pêwendiyên bi Şamê re, nakokî, astengî, civîna Parîsê ya hatiye taloqkirin, pêwendiyên bi Tirkiyeyê re, xebatên li ser pêşeroja Suriyeyê, cihê pêkhateyan, hewldanên Kurdan û pêwendiyên bi hêzên navnetewî pirsên ajansa ANHA’yê bersivandin.re pirsîn, wî jî bersivandin. Beşa yekem a hevpeyvînê wiha ye:
* Di ser îmzekirina peymana 10’ê Adarê (2025) ya di navbera we û Ehmed El Şeri de 4 meh derbas bûn. Li gorî vê yekê eger hun van 4 mehan binirxînin, dikarin çi bêjin?
Lihevkirina 10’ê Adarê di demeke krîtîk de pêk hat. Di wê mehê de li herêmê şer hebû, em di nava şerekî dijwar de bûn, li Suriyeyê jî pirsgirêk hebûn. Li hinek deverên din ên Suriyeyê şer hebû. Di van 4 mehan de, belkî di aliyê pratîkî de gavên mezin nehatin avêtin, lê hinek hedef jî pêk hatin. Niha agirbest heye, em dixwazin ev agirbest veguhere agirbesteke mayînde. Hevdîtin dê berdewam bikin. Di hinek mijaran de lihevhatin çêbûye, gavên piratîk hatine avêtin. Hevdîtin jî dê bidomin, biryardariya wê heye.
* Piştî peymanê di navbera şandeya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û Şamê de li ser asta şandeyan çend hevdîtin hatin çêkirin. Lê hevdîtina 9’ê Tîrmehê gelekî bû rojev û nîqaş hatin meşandin. Di hevdîtinan de nakokiyên sereke yên derdikevin pêş çine?
Armanca bingehîn a wê civînê pêvajoyek nû bû. Mijar pêkanîna lihevhatina 10’ê Adarê bû. Cara yekem nûnerên Emerîkî û Fransî jî di civînê de amade bûn. Dikarim bêjim li ser gelek mijaran me lihev kir. Hinek di berjewendiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de ne, hinek di berjewendiyên tevayî Suriyeyê de ne, hinek mijar hevbeş bûn. Hinek mijarên ku hîn nehatibûn nîqaşkirin û neketibûn rojevê hebûn. Di civîna dawî de ev bûn rojev. Me nekarî biryar bigirin, lê di pêvajoya pêşiya me de em ê li ser rawestin.
* Hun dikarin mijarên ku lihevkirin li ser wan çênebûye û nehatine nîqaşkirin hinek din rave bikin?
Ya rastî me berê di nava xwe de nîqaş nekiribû. Herdû aliyan bi hev re nîqaş nekiribû. Ji bo hevdîtinên bi vî awayî pêwîste amadekarî bê kirin. Divê herdu alî beriya civînê, naveroka wê zanibin, êrînên hevdû digirin û amadekarî temam dibe. Hinek mijarên ku me li ser nîqaş nekiribûn, nêrîna herdû aliyan nehatibû girtin hene. Lewma zehmet bû ku li wir em bigihîjin encamekî û hatin taloqkirin.
* Piştî civîna 9’ê Tîrmehê, nûnerê Amerîkayê yê Suriyeyê Tom Barrack ku ew jî tevlî bibû, hinek rexne li QSD’ê kirin. Hun van nêzîkahiyên li hemberî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê çawa dinirxînin?
Di wê civînê de dihat xwestin encamek were girtin, gavên bilez bên avêtin. Bendewariyek wiha ya nûnerê Emerîkî hebû. Ev çênebû, ji ber wê rexneyên wî çêbûn. Pirsgirêk ne girêdayî naveroka hevdîtinan bû, bi dema ve girêdayî bû. Me jî wate da bendewariyên wan. Lê ne gengaz bû ku em bi van amadekariyan gavên ew dixwazin bavêjin. Lê piştî civîna Şamê, di navbera navbera min û nûnerê Serok Donald Trump de hevdîtinên telefonê çêbûn. Me li Umanê hevdû dît û ev mijar berfireh nîqaş kirin. Danûstandina me hem bi birêz Barrack hem jî ekîba wî re didome. Bawerim wana jî fêm kirine ka pirsgirêkên esasî çi ne. Pêwîste kar li ser bê kirin. Mijar ne tenê di aliyekî de ye, pirsgirêkên giştî ne, lewma sebir pêwîst e, divê em bi hev re karibin li ser bixebitin.
* Hinek nirxandin jî hene ku wekî tenê Kurd derdikevin pêş, yanî wekî ku hûn ji bo Kurdan tevdigerin, pêkhateyên din li ber çavan nayên girtin. Gelo bi rastî jî wisa ye yan na, hûn dewletek cuda dixwazin?
Ya rastî me hîn mijara Kurdî nîqaş nekiriye, weke QSD’ê me nîqaş nekiriye, helbet emê nîqaş bikin. Ez ê piştre li ser vê hinekî berfireh biaxivim, lê niha mijarên me cuda ne. Mijarên me pratîk in, hinekî bi mijara leşkeriyê, saziyan ve girêdayî ne. Girêdayî hinek gavên pratîkî yên ku pêwîste em bavêjin e.
* We çend roj beriya niha di hevpeyvînekê de gotibû ku hûn li dijî yek dewlet û artêşê nîn in. Ev gelek hat nirxandin, hinek derdoran weke tiştekî nû binav kir. Hûn dikarin vê mijarê hinekî zelal bikin?
Li Suriyeyê û taybet li cem hinek aliyan, dema tu qala nenavendîbûnê dikî dibêjin Sûriye parçe bû. Tu qala tiştekî cuda dikî dibêjin eman nizanim çi pêk hat. Lewma pêwîste di van mijaran de zelal biaxivî. Me carekê negot, me gelek caran got û em niha jî dibêjin, me di peymana 10’ê Adarê de lihev kiriye ku Sûriye parçe nabe, Sûriye welatek e, welatê me hemûyan e, em tev Sûriyeyî ne. Pêkhateyên cuda hene, lê em Sûriyeyî ne, li nava Suriyeyê ne, welatekî me heye. Helbet wê hikûmetek vî welatî hebe, ev hîn dewletek e, ne du dewlet in. Vî welatî wê artêşek xwe hebe, nabe ku du artêş bin, bêguman wê QSD di nava vê artêşê de be. Li welatekê artêşek heye, bi du artêşan nabe. Li derve bi alekê tê naskirin. Aleke ku tevahî Sûriyeyî qebûl dikin. Di vir de pirsgirêk tune ye, ez bawer nakim kesekî li Suriyeyê cuda difikire. Li hemberî me şerekî taybet, bi zanabûn û rêkûpêk tê kirin. Hertim dibêjin, ‘ev dixwazin vî welatî parçe bikin, dest deynin ser dewlemendiyên vî welatî û ji xwe re bibin”. Bi zanabûn bêbextiyên bi vî awayî li QSD, Rêveberiya Xweser tên kirin. Lihevkirina 10’e Adarê de eşkere ye. Ew ê entegrasyon bê çêkirin, sazî bibin yek, di aliyê leşkerî de jî, di aliyê îdarî de jî bi hev re dewleteke nû ava dikin. Helbet ev dewleta bê avakirin, wê Sûriyeyek nû be, wê ya me hemûyan be.
* Mijara entegrasyonê jî di rojevê de ye. Ev têgeh bi rengên cuda tê şîrovekirin. Qesta we ji entegrasyonê çiye gelo?
Entegrasyon şirîktî ye. Di navbera hemû kesên Sûriyeyî, pêkhateyên Suriyeyê, hemû îdareyên ku niha hene de, wê li ser esasê şirîkbûnek nû Sûriyeke nû were avakirin. Ev yek dê bi zorê neyê çêkirin, ji xwe niha me pêşî li tişteke wisa girtiye. Ya duyemîn dê bi lihevhatinê bê çêkirin. Pêwîste em bi hev re biaxivin, li hevdû bikin. Pêwîste tevahî pêkhateyên Suriyeyê tifaqê çêbikin. Eger sibe destûreke ku dê Suriyeyê bi rê ve bibe çêbibe, pêwîste tevahî Suriyeyî wê destûrê bipejirînin, wê hikumetê bipejirînin.
* Di van demên dawî de têgeha demokrasiya herêmî gelek tê rojevkirin û nîqaş li ser tên meşandin. Gelo ev wê çawa pêk were, em bêjin pêkhate û herêm wê çawa karibin bi vîna xwe cîh bigirin?
Di vir de du mijar hene ku divê bi zelalî bên fêmkirin. Raste pêkhateyên ku Kurd jî di nav de ne hene. Kurd pêkhateyek esasî ya Suriyeyê ne û ev mijareke taybet e, çareseriya wê jî cuda ye. Lê em niha qala Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, herêmên din, qala Dêrazor, Reqa, Tebqa û cihên din dikin. Pirsgirêk ne weke hev in. Rêbaza çareseriya pirsgirêka Kurd û ya Dêrazorê û Reqayê wekî hev nîn in. Em nikarin bêjin em ê pirsgirêka Kurd û yên din bi heman şêweyî çareser bikin. Mijara pêkhateyên cuda pêwîste cuda bê destgirtin. Dema em qala Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, qala parêzgehên vê herêmê dikin, helbet dê şêwazên çareserkirinê cuda bin. Li cihên weke Dêrazor û Reqayê me nêrînên gel girtine, dixwazin rêveberiyek wan a xwecihî hebe, xwe bi xwe birêve bibin. Helbet li wir pirsgirêkek netewî tune ye, pirsgirêka wan pirsgirêkek îdarî ye û hinek jî siyasî ye. Lê pêkhateyên din ên weke Kurd, Asûrî hene û ji bo wan li gel van pirsgirêkan, pirgirêka netewî jî heye, divê werin çareserkirin.
* Ji bo vê yekê çi hewldanên we hene, we qala pêkhateyan kir, li herêmên xweser jî Ereb, Ermen, Suryan jî hene, dîsa ji bo pêkhateyên li derveyî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê çi hewldan hene, ew ê çawa karibin xwe îfade bikin, birêve bibin?
Em dikarin bêjin hevdîtinên niha tên çêkirin wê li ser du astan werin meşandin. Asteke giştî û asteke taybet a ji bo pêkhateyan bê meşandin. Em hîn neketine mijara pêkhateya giştî, Kurd û hemû pêkhateyên din. Niha em li ser mijara Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku beşek ji Suriyeyê ye disekinin. Ev nêzî 12 salan e ji Suriyeyê cuda bûye. Cihên din jî wisa bûn, Idlib wisa bû. Lewma yek ji mijarên me yên esasî ku em li ser disekinin ew e ka em ê çawa karibin careke din yekîtiyê çêbikin. Ji ber wê em qala tevahî herêmên Suriyeyê dikin.
Em negihîştine wê astê ku karibin bikevin mijara mafên netewan. Dema mafê netewan bikeve rojevê, wê ev heyeta heyî, wan jî biaxive.
* Di vê çaçoveyê de têkildarî mijara xwerêvebirinê li Dêrzor û Reqqa civîn hatin çêkirin, di van civînan de çi derket pêş, pêkhate çi dixwazin?
Du armancên sereke yên van civînan hebûn. Ya yekem ew bû ku nûnerên wan jî tevlî diyaloga tê meşandin bibin. Ji xwe nûnerên wan di komîteya Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de hene. Komîte hatin çêkirin da ku beriya diyarkirina nûnerên wan ên wê tevlî komîteyê bibin, nîqaşek bidin meşandin, nêrîna xwe bikin yek. Ya dûyemîn me xwest nas bikin ka xelkê Dêrzor û Reqqa dixwazin hêzên me yên li wir ku ew jî xelkê wir in, li wir bin an na. Her wiha me xwest zanibin ka mijara entegrasyonê çawa dibînin. Xelkê wir di mijara xwe rêvebirinê de pir zelal bûn. Dibêjiin, ‘em hazirin ku Suriye bibe yek, rewşek xwezayî çêbibe, lê tecrube heye, lewma em dixwazin xwe bi xwe birê ve bibin’. Mînak xelkê Dêrezorê ji me re gotin ku li wir rêveberiyek heye, 20 heta 30 hezar karmendên ewlekarî û sivîl hene; divê ev li ser karê xwe bin. Dîsa li wir taburek leşkerî ku ji xelkê wir pêk tê heye. Gel xwest ku ew jî li cihê xwe bimîne ne da ku tu kes ji derve neyê û wan birê ve nebe. Gotin eger walî bê diyarkirin, divê ew bi xwe diyar bikin. Xelkê Reqayê jî gotin pêwîste ew bixwe walî û midûrê/a ewlekariyê diyar bikin. Gotin ew naxwazin saziyên herî biçin û valahî çêbibe. Metersiya wan heye ku ev sîstematîk nebe, bi hevre neyê meşandin, veneguhere entegrasyonê û mumkune Dêrezor wek herêmên Beravê û Siweydayê bibe. Me jî got ku em weke QSD’ê mîsogeriya wê didin ku pêvajoya entegrasyonê bi rengekî baş were meşandin û emê li soza bisekinin.
* We got ku taybetmendiya Dêrzorê heye, aliyên wê yên li rojhilat û rojavayê Firatê hene, lewma divê bibe yek parêzgeh. Hin alî jî dibêjin navenda bajar di destê Şamê de ye, lewma pêwîste aliyê di destê QSD’ê de dewrî hikûmeta veguhêz bê kirin. Hûn ji bo vê çi dibêjin?
Dibe ku hinek wisa bifikirin lê xelkê aliyê rohilat wiha nafikire. Dibêjin ‘pêwîste bibe yek parezgeh, lê divê em bi hev re ava bikin’. Ew qala lihevkirinek bi rumet dikin û ev peyv gelek caran bikar anîn. Ev ne bi rengê helandina saziyan a di bin navê navendîbûnê de, bi hev re kar kirinê û parastina hebûnê, herdû alî wek hev dikarin yek parêzgehê ava bikin.
* Mijara ewlekariyê gelekî tê nîqaşkirin, ji bilî artêşê, deriyên sînor û hêzên ewlekariyê jî hene. Ev niha di çi astê de ye, wê çawa çareser bibin?
Di vê mijarê de me planek amede kiriye û hem daye hêzên navnetewî yên bi me re di guftugoyan de amede dibin, hem jî daye hikumeta Şamê. Naxwazim bikevim hûrguliyan, lê derî mijareke ku karên derve yên welat eleqeder dike ye, pêwîste bi Şamê ve girêdayî be. Di encamê de têkilî bi dewletan re tê meşandin. Lê derî li herêma me ne, lewma pêwîste em jî tê de hebin. Saziyeke ku bi navendê ve girêdayî ye, lê nayê wateya xelkê herêmê jî tê de nabe.
* Çavkaniyên aborî yên weke petrol û hwd jî rojevek e din e. Çavkanî dê çawa werin bikaranîn û bikevin xizmeta civakê?
Yek ji mijarên em ê li Parîsê guftugo bikin jî ev e. Dem hatiye ku mijar bê nîqaşkirin, çarçoveyek bê peydakirin û lihevkirinê çêbikin. Petrol milkê tevahî Suriyeyê ye. Pêwîste hemû herêmên Suriyeyê jê sûdê bigirin. Me gelek caran gotiye û dîsa dibêjin, em ê bi vê nêzîkahiyê mijarê çareser bikin. Lê tê zanîn ku ev herêma ku em jê re dibêjin rojhilatê Firatê ji dîroka Suriyeyê ve hatiye paşguhkirin. Piştî evqas salên bi pevçûn, pêwîstiya vê herêmê jî bi avakirinê heye, pêwîste beşek ji derametên petrolê ji vê herêmê re be. Tişta pêwîste em liser nîqaş û li hev bikin ev in.
NAVENDA NÛÇEYAN