Dixwazin Kurd û Ereb şer bikin
Çarşem 14 Çile 2026 - 15:30

- Bi tehrîk û beralîkrina Tirkiyeyê, komên paramîlîter sewqî xetên HSD'ê hatin kirin. Tê xwestin ku civakên Ereb li dijî HSD û Kurdan tehrîk bikin û bi rêya provokasyon û kaosê, herêm ji aliyê hundir ve were dagirkirin.
Hate tespîtkirin ku êrişên komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, bi koordînasyona Tirkiyeyê û bi awayekî plankirî têne birêvebirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di 30’yê Kanûnê de dema ku şandeyeke MÎT’ê ya ji 3 kesan pêk dihat serdana Sûriyeyê kir, talîmat hate dayîn ku amadekariyên êrişê yên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) werin destpêkirin. Di vê pêvajoyê de tê diyarkirin ku Tirkiye û komên paramîlîter ên di bin kontrola wê de, tevgera xwe ya leşkerî û siyasî li seranserê Sûriyeyê zêde kirine.
Li gorî agahiyên ji qadê hatine wergirtin, komek paramîlîter a biyanî ku ji 2 hezar kesan pêk tê û di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, di ser Tirkiyeyê re derbasî Girê Sipî hatiye kirin. Hate ragihandin ku ev kom bi gelek wesayîtên leşkerî sewqî herêmê hatine kirin û li ser xeta eniyê hatine bicihkirin. Ji aliyê din ve, hate ragihandin ku nêzî 300 endamên koma bi navê Esayib Elhemra û nêzî 500 endamên komên Sultan Murad û Lîwa Mutesim ku ji welatên cuda hatine ber bi xetên eniya HSD’ê ve bi rê ketine.
Hate diyarkirin ku ev kom di ser herêmên Şehba û Hanem Alî re ber bi çeperên HSD’ê ve diçin. Herwiha hate îdîakirin ku di hevdîtinên 2’yê Çileyê yên di navbera koman de, amadekariyên şerê li dijî HSD’ê hatine temamkirin û bi hin kesên li herêmên di bin kontrola HSD’ê de ne re jî koordînasyon hatiye avakirin.
Li ser xeta Dêra Zorê jî tevgera leşkerî balê dikişîne. Hate zanîn ku di 4’ê Çileyê de komên leşkerî yên ji gundewarê bakurê Humusê hatine şandin, gihîştine Ebû Kemalê û li nuqteya Hecanê hatine bicihkirin. Di nav sewqiyatê de nêzî 40 tank, 20 pîkapên bi çekên giran û 65 çekdar hene. Tê diyarkirin ku ev kom piştî civîna MÎT’ê ya di 30’yê Kanûnê de hatine arastekirin. Hat ragihandin ku piştî civînan, hêzên din ber bi Dêra Zorê ve hatine şandin û yekîneyekî ji 10 pîkapên biçek, wesayîtên zirxî û zêdetirî 30 leşkeran pêk tê, gihîştiye herêma tûgaya 137’an û balafirgeha leşkerî ya Dêra Zorê. Li herêmê, bi taybetî tê plankirin ku xeta HSD’ê ya ji rojavayê Dêra Zorê heta bajarokê Meyadînê qels bikin. Heman çavkaniyan dan zanîn ku li Dêra Zorê her hefte hewlên protestoyê têne lidarxistin, lê ev bang bêbersiv dimînin û beşdariya çalakiyan di navbera 30-40 kesan de sînordar dimîne.
Li gel vê yekê, hate ragihandin ku komên paramîlîter li ser medyaya dijîtal û komên girtî, peyamên ku gefên aşkera li Kurdan dixwin belav dikin. Tê gotin ku naverokên mîna; divê li Şamê her hewildanek Kurdan bibe hedef têne belavkirin. Hate ragihandin ku ev yek bi koordînasyona hesabên medyaya dijîtal ên ku navenda wan Tirkiye ye têne kirin.
Çavkanî diyar dikin ku armanca bingehîn a vê pêvajoyê ew e ku civakên Ereb li dijî HSD û Kurdan bên tehrîkkirin, bi derxistina provokasyon û kaosê, herêm ji aliyê hundir ve were dagirkirin. Tê destnîşankirin ku piştî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, tê xwestin ku zext û tundiya li ser Kurdan were rewakirin. MA / ERDOGAN ALTAN















