Agirbest ji bo 15 rojan hat dirêjkirin

Duşem 26 Çile 2026 - 02:50

QSD'ê ragihand ku bi navbeynkariya navneteweyî wê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser dirêjkirina dema agibestê ya ji bo 15 rojan li hev kir, di heman demê de diyalog jî dewam dikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyand ku bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser dirêjkirina dema agirbestê ya ji bo 15 rojan, bi navbeynkariya navneteweyî re li hev kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Hêzên me, QSD'ê diyar dike ku bi navbeynkariya navneteweyî agirbest heta 15 rojan hat dirêjkirin, di heman demê de jî diyalog bi Şamê re dewam dikin. Hêzên me, ji bo parastina sivîlan, kêmkirina aloziyê, pêkanîna şert û mercên guncav ên îstîqrarê pabendî lihevkirinê ne.”

Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî ragihand ku heta 15 rojan agirbest hatiye dirêjkirin. Li gorî wezaretê ji 24’ê Çileyê saet 23.00'an ve agirbest ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.