Ensîklopediya rengan di 11 salan de bi 9 bergan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Tebax 2022 - 21:03

  • Ferhega ensîklopedîk rengîn a bi zimanên Kurdî, encama kar û hewlên zêdeyî 11 salan ên Seher Mueziye ye ku bi Kurdî, Fransî û Ingilîzî hatiye amadekirin.

Ferhega ensîklopedîk rengîn a bi zimanên Kurdî, encama kar û hewlên zêdeyî 11 salan ên Seher Mueziye ye ku bi Kurdî, Fransî û Ingilîzî hatiye amadekirin. Di aliyê nasandina ferhenga neteweya Kurd a di warê reng û rêûresman de çavkaniyek bi qedr e.

Ferheng bi navê “Ferhengî Însîklopedîkî Rengî Kurdî: Pazar” hat weşandin. Nivîskara wê Seher Muezî bi xwe helbestvan e. Ew ji xelkê Sine ye û Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê ferheng çap kir.

Kitêb ku encama 11 salên kar û xebata Seher Muezî ye, wê li çar parçeyên Kurdistanê bê belavkirin.

Di Ferhenga Ensîklopedîk de nav û taybetmendiyên bêhtirî 37 hezar rengan hene. Seher Muezî li gel zanyariyên folklorî û diyardenasiya çar parçeyên Kurdistanê, ziman, çand û rêûresma Kurdî, li Misir, Ermenistan, Qefqasya, Sûdan û Lîbyayê jî şirove kiriye.

Pirtûk bi sê zimanan hat nivîsand

Ferhenga Ensîklopedîk bi zimanên Kurdî, Fransî û Ingilîzî hatiye nivîsandin.

Seher Muezî ji ber hewla xwe ya bê westan, ji bo komkirina van berhemên bi nirx, weke endama navenda Kurdî hatiye hilbijartin. Herwiha Seher ji derveyî Ferhenga Ensîklopedîk “Pazar”ê, dû berhemên din ên edebî û helbestên Kurdî jî belav kirine û her wiha 11 berhem di warê pêşveçûnên fikrê zarokan de belav kirine.

Ji derveyî wê jî Seher Muezî hewl daye berhemekê amade bike ku her kes di her temenî de karibe pê fêrî rênûsa Kurdî bibe.

NÛJÎNHA/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.