Enerjiya insan û xwezayê

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Hezîran 2023 - 04:10

Jonathan Hateley peykerên fîgûratîf çêdike û ew van peykerên xwe li meydan û parkan datîne. Erê ew peykerên fîgûratîf çêdike, lê di heman wextî de xweşikiyeke lîrîk jî li wan zêde dike. Fîgûrên wî axelebe insan in û peykerên wî jî ji bronz in. Ew tevgerên insanan bi motîfên xwezayê re dike yek û bi vî awayî peykerên henûn û xweşik disêwirîne.

Hateley beriya van peykeran çêke ji televizyonan re xebitiye. Wî ji bo filman efekt û model sêwirandine. Her wiha wî ji bo operayan jî dekorên sehneyan çêkirine. Lê piştî salên 2003’yan meyla wî bêhtir çûye ser peykeran. Nexasim jî gava ku wî pirtûkeke li ser xwezayê xwendiye, fikrên wî yên li ser peyker û xwezayê bêhtir wî teşwîqî vî karî kirine. 

Hateley dibêje, “Di wê pirtûkê de dihat gotin, insan û xweza yanî her tişt ji heman madeyê hatine çêkirin. Yanî bi heman enerjiyê ava bûne. Ji lewre min jî xwest xwezayê bi figûrên xwe şirove bikim û têkiliya me ya bi xwezayê re nîşan bidim. Ew enerjiya ku ji bedana fîgûrên min difûre û weke kulîlkekê tê xuyanê, îşaret bi enerjiyê dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.