Endamên CÎK‘ê Nobeta Azadiyê dewir girt

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 4 Çile 2023 - 00:34

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Hezîrana 2012’yan ve li ber Konseya Ewropyayê ya li Strasboûrgê ya Fransayê (KE) hatiye destpêkirin û ji wê demê ve bênavber didome, ket hefteya 550’an. Vê heftiyê jî endamên Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) nobet dewr girt.

Di komê de Mele Salih Torî, Mele Qasim Serhedî, Mele Mehmet û Erkan Yûrtsever cih digrin. Li ser navê komê Mele Qasim Serhedî axivî û got; “Li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê me konê nobetê yê ji bo Rêbertiya, îro dewr girt. Nobeta yekem a sala 2023’an e. Me sala ku li pey xwe hiştî, bi xemgînî derbas kir. Herî dawî li Parîsê 3 hevalên me hatin qetilkirin. 

Hefteya bê di heman demê de salvegera şehadeta 3 hevalên me yên jin; Hevala Sakîne, Hevala Fîdan û Hevala Leyla ye ku berî 10 salan şehîd bûn. Ez ji gelê Kurd û dostên wê di sala 2023’an de hêvî dikim ku ji bo azadiya Rêbertî û gelê me, rêxistinbûna me hîn mezintir bikin; da ku dijminên gelê Kurd bi destên mirovan gelê Kurd qetil nekin. Em yekîtiya Kurd û Kurdistanê, xwişk û birayên xwe û hevalên xwe hêvî dikin. Em ji kesên heta niha ji bo azadiya gelê xwe hişyar nebûne, wijdana wan nerabûye dixwazin ku hinek din xwe lêpirsîn bikin û hêza xwe mezin bikin. Heta ku Serok Apo azad nebe, ne em dikarin azad bibin û ne jî Kurdistan. Azadiya gelê Kurd û Kurdistanê, girêdayî azadiya Serok Apo ye.“

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.