Berxwedana li Tişrînê geş dibe

Duşem 10 Adar 2025 - 16:20

  • Jinên li dijî êrişên dewleta tirk dev ji doza parastina Bendava Tişrînê bernadin wiha gotin:” Îro em li ser Bendava Tişrînê cejna xwe pîroz dikin û ev ji dewleta tirk re peyamek e.”

Berxwedana li Bendava Tişrînê ya li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker dewam dike. Jinên bi şev jî li bendavê nobetê digirin û dev ji têkoşîna xwe bernadin hestên xwe anîn ziman. 

Kurê wê li çeperan ew li bendavê ye

Leyla Hac Hisên got ku hebûna wê li Bendava Tişrînê parastina destkeftiyên ku bi xwîna şervanên wan hatine bidestxistin e û wiha domand: “Av ax û cereyana me, hemû bi xwîna şervanên me hatine rizgarkirin, ji bo xwedîderketin û parastina wê jî îro em weke dayik li vir in. Kurê min di çeperên şer de bi çeka xwe ez jî li vir bi îradeya xwe vê bendavê diparêzim.”

Ji dagirkeriya Tirk re peyama jinan 

Leyla Hac Hisên got ku wan bere ji ber zext û polîtîkayên înkarê yên rejîma Baasê di malên xwe de bi awayekî veşartî cejna xwe pîroz dikir û wiha behsa roja îro kir: “Me berê bi dizî di sînorên malên xwe de cejna xwe pîroz dikir lê îro em li ser Bendava Tişrînê cejna xwe pîroz dikin û ev ji dewleta tirk re peyamek e.”

Em dest ji doza xwe bernadin

Sîham Xelîl jî wiha got: “Moralê me pir baş e di heman demê de di roja 60’emîn de jî em careke din soza xwe nû dikin ku em ê bi xwîn, can û zarokên xwe jî be vê bendavê biparêzin. Em ê dest ji doza bendavê bernedin. Pir girîng e ku îro xeteriyên li ser Bendava Tişrînê bikeve rojeva hêzên navneteweyî û çareserî jê re were dîtin. Parastina wê tenê ji vir nayê xwestin.”

Jinek ji pêkhateyên Ereb ku di govendê de bû bi du gotinan sedema hatina xwe ya Bendava Tişrînê bilêv kir û got: “Daxwaza me azadî û demokrasî ye.”

Em ê parastina bendavê bikin

Jineke din a ku dîlanê digİre jî dibêje; “Dîlan ji bo me berxwedan e. Ji ber berxwedana li vir dimeşe, bi hezaran çîrokan dide nivîsandin. Heta xeter hebe em ê li vir parastina bendavê bikin. Ev dîlana ku hûn dibînin digere jî dê berfirehtir bibe.” NÛJINHA/SORGUL ŞÊXO/TIŞRÎN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.