Endameke din a DAIŞ´ê tê dadgehkirin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 16:09

Li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, jinek ji ber endametiya DAIŞ´ê tê dadgehkirin.

Dozgeriyê endametiya rêxistina çete DAIŞ´ê xistiye stûyê vê jina 33 salî ya ji Frankfurtê. Dadgeh navê vê jinê eşkere nake, lê li gorî agahiyên parvekirî, ew sala 2015´an di ser Tirkiyeyê re çûye nav erdên DAIŞ´ê dagirkirî yên li Sûrî. Ev jina ciwan li wir bi endamekî çeteya DAIŞ´ê re zewiciye û sala 2019´an de gava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) DAIŞ di warê leşkerî de têk bir, hatibû girtin û li wargehekê ragirtîbû. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, ew îsal teslîmî rayedarên Elman kiribû. Rayedarên li Rojava, dabûn zanîn ku li wargehê vê jinê hewl daye mirovên din ê li dora xwe tundraw bike.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.