‘Em ne destevala ne’
În 20 Gulan 2022 - 21:15
- Zubeyir Aydar: "Dewleta Tirk dibêje, ka ez dikarim NATO’yê çawa li dijî Kurdan bi kar bînim. Kurd ne yên berê ne. Em ne destevala ne. Têkoşîneke mezin heye û tecrûbeyeke mezin heye. Em ê bi dostên xwe re li ber vê konseptê rabin.
ERKAN GULBAHÇE
Em li ser meseleya şantaja dewleta Tirk a di nava NATO’yê de bi endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar re peyivîn. Ew dibêje, dewleta Tirk pirr alî siyaseteke şantajê bi rê ve dibe, dixwaze konsepteke dij-Kurd bi wan bi de qebûlkirin, lê ev şantaj esas herî zêde li dijî Emerîkayê ye. Ew her wiha dibêje, Kurd ne tenê ne, dostên wan gelek in û di ser van dostan re, ew xebatên xwe zêde dikin. Ew dibêje, hewldanên dewleta Tirk wê neçin serî û ew ê encamake baş bi dest bixin.
Zubeyir Aydar siyaseta şantajê ya dewleta Tirk yek ser bi siyaseta dewleta Tirk a Kurd re elaqedar dibîne û dibêje, "Lewma dewleta Tirk di her astê de li dijî hebûna Kurd e. Ew li dijî tevahiya têkiliyên Kurdan ên bi dinyayê re ye. Firsendek ketiye destê Tirkiyeyê, ji ber ku biryarên NATO’yê bi erêkirina endaman hemûyan dibin. Aliyekî şantajê elaqedarî Fînlandiya û Swêdê ye. Li dijî peywendiyên me yên li wê derê ne. Ev aliyê xuya ye.
Li aliyê din armancên Tayyip Erdogan ên din jî hene. Ji bo ku buhabûna li Tirkiyeyê, zehmetiyên hikûmetê bide ji bîr kirin, bala raya giştî dide derve.
Zubeyir Aydar tişta Erdogan di siyaseta derve de dike, wiha rave dike: "Li aliyekê çavên xwe ji Rûsyayê re diniqîne. Rûsya li dijî berferehbûna NATO’yê. Di nava dekûdolabeke pirr alî de ye. Li aliyê din hewl dide bazarê bi Emerîkayê re bike. Lewma herî zêde Emerîka dixwaze NATO berfereh bibe. Mesele esas bi temamî ne Swêd û Fînlandiya ne. Doza Halkbankê, kirrîna sîlehan ji Emerîkayê jî di bazarê de ye. Ji bilî vê şantajê, şantajeke din heye. Peyamê dide NATO’yê tevahiya endamên wê: Hûnê peywendiyan bi Kurdan re daneynin. Yan ez û yan jî Kurd. Ev siyaseteke xwerû şantaj e. Tayyip Erdogan berê jî şantajên wiha kirin. Di meseleya penaberan de ev gelekî eşkere bû. Penaber dan ser sînorên Ewrûpayê, şantaj kir û tawîz û pere standin. Di vê meseleyê de jî vê dike. Di heman demê de siyaseta dij Kurd a dewleta Tirk xwe li seranserê dinyayê nîşan dide. Siyaseta wan ew e, li ku Kurd hebin, li ber wê rabin."
Di komployan de hevkarê dewleta Tirk bûn
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar îşaret bi wê yekê dike ku armanca şantajê serê pêşî ne Swêd û Fînlandiya ne, lê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ne û dibêje, "Yanî hewl dide ji Emerîkayê tawîzan bistîne. Meseleyên Halkbank, tîcaret û mijarên din in. Lê gelo dikare tiştekî bi dest bixe, yan na. Ya ku wê bike ev diyar bibe, têkoşîna me û ya dostên me ye. Em ne bi tenê ne. Tevî dostên xwe li dijî vê em hewl didin li her derî hestiyariyekê ava bikin."
Zubeyir Aydar bal bire ser komployên li dijî Tevgera Azadiyê û her wiha kuştina Olof Palme jî û got, "Dewleta Tirk bi derfetên NATO’yî û hevgirên wê vî şerî bi rê ve dibe. Wan destek nedayê, wê nekarî vê şerî dewam bike. Bi sîlehan, dîplomasiyê, pirr alî destek danê. Di komployan de destek danê. Reşkujiya Olof Palme, esas komployek bû li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê. Kurd bi du awayan bûn mexdûr. Ya pêşî, Palme dostê Kurdan bû û kuştina wî ji bo Kurdan zerareke mezin bû. Lê zerara herî mezin jî ew bû ku gotin, ew dostê Kurdan bi destê Kurdan hatiye qetilkirin. Rayedarên wê demê ev îdîa kirin. Sûc xistin stûyê Kurdan û PKK’ê. Ev komployeke mezin bû. Yek ji gavên herî girîng ên krîmînalîzekirina Kurdan bû. Heta gava herî girîng bû.
Bi dostan re li dijî Tirkiyeyê
Dewleta Tirk jî bi vê dizane û esas dixwazin konsepteke NATO’yê ya dij Kurd çêkin. Ew dibêje, ka ez dikarim ji vir NATO’yê çawa li dijî Kurdan bi kar bînim. Ez çawa dikarim tevgera Kurd li meydana navneteweyî çawa dikarim tecrîd bikim; ji bo vê hewl dide. Di nava NATO’yê de yên ku weke wan difikirin hene. Lê bawer nakim ev zêde bi ser keve. Kurd ne yên berê ne. Em ne destevala ne. Têkoşîneke mezin heye û tecrûbeyeke mezin heye. Em ê bi dostên xwe re li ber vê konseptê rabin."
Ji ber ku dewleta Tirk teslîmkirina wî bi xwe jî weke şertê erêkirina endametiya Swêd û Fînlandiyayê nîşan dide, Aydar dibêje, "Beriya 3-4 hefteyan, 27’ê Nîsanê, li parlamena Swêdê, Konferansa Kurd hat lidarxistin. Ez jî qiseker bûm. Koma Dostaniya Kurdan a li Parlamenê organîze dikir. Me bi wan re kar kir. Wiha xuya ye ku hewldanên me yên bi vî rengî li zora wan çûne. Ev ne tenê li dijî Swêdê ye, peyamekê didin tevahiya endamên NATO’yê. Lê bi ya min wê bi ser nekeve. Em ê xebatên xwe di her astê de û li her derî dewam bikin. Beriya bi du rojan ji bo hevdîtinan ez li Parlamena Ewrûpayê bûm."
Em dixwazin bi we re dost bin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar got, ew ne destevala ne û wiha peyivî: "Em peyaman dişînin ji partiyên li Swêdê, ji hikûmetê û dostên xwe re. Peyama em didin wan ev e: Ji bo ewlekariya xwe hûn dixwazin bikevin NATO’yê. Bibin endam, lê li ser Kurdan bazarê nekin. Tirkiye dixwaze li ser vê meselê bi we re bazarê bike. Lê hûn vê bazarê li ser me nekin. Em ji temamê welatên NATO’yê re vê dibêjin. Nabe ku dewleta Tirk û Tayyip Erdogan siyaseta we ya Kurd diyar bikin. Em di heman demê de vê jî dibêjin: Dewleta Tirk niha topyekûn êrişî Kurdan dike. Êrişî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Li Başûrê Kurdistanê her roj bi dehan sîlehên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Li Bakurê Kurdistanê, kirine ku mirov nikaribin bêhna xwe bidin û bistînin. Bêhtirî 10 hezar girtiyên siyasî hene. Rêyên siyaseta demokratîk bi temamî tên girtin. Em bi van rastiyan, ji endamên NATO’yê re û ji Swêd û Fînlandiyayê re dibêjin, li ser me bazarê nekin, tevî Tirkiyeyê sûcên şer nekin û alîkariyê nedinê. Bi gelê Kurd re bibin dost. Peyama me eşkere ye ji bo tevahiya welatên NATO’yê, Swêd û Fînlandiyayê: em dixwazin bi we re dost bin. Ji bo ewlekariya xwe tevdîran bigirin. Lê neçin bi Tirkiyeyê re ji bo vê li ser me bazaran nekin. Destekê nedin şerê dewleta Tirk li dijî Kurdistanê û nebin şirîkê wê."
Em ê li ber tevahiya daxwazên Tirkiyê rabin
Li ser lîsteya kesên dewleta Tirk dixwaze Swêd radest bike jî, Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar dibêje, "Niha hin nav eşkere bûne. Di nava wan de rehmetî Dr. Siraç Bilgin jî heye. Beriya bi heft salan wefat kir. Ji bo dewleta Tirk ev rewşeke komîk e. Gelo Swêd dikare muxalifan teslîm bike, ev meseleyeke din e. Dadgeh hene. Ne hêsan e. Em ê li ber tevahiya daxwazên dewleta Tirk rabin. Hewldanên me yên hiqûqî, dîplomatîk û yên lobiyê wê dewam bikin.
Hevalên me niha li Swêd û Fînlandiyayê komîteyên weke maseyên krîzê ava kirine. Em nizanin ka wê hikûmetên Swêd û Fînlandiyayê çiqas tawîzan bidin, yan jî nedin. Lê muxatebê me yê esasî gel Swêdê, gelê Fînlandiyayî ne. Li van welatan dostên me gelek in û ez bawer dikim, em ê encamake baş jî bi dest bînin."