‘Em li welatê xwe dinêrin’

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Adar 2022 - 22:09

  • Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê ya Duyemîn, bi filma "Kurdên Êzîdî" dest pê kir.

Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê ya Duyemîn, bi filma "Kurdên Êzîdî" dest pê kir. Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê mihrîcanê organîze dike. Mihrîcan li ewyana Çand û Huner a Celîl Candaş bi filma "Kurdên Êzîdî" ya Amasi Martirosyan ya sala 1933’yan, dest pê kir. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengûl Demîr û Cengîz Çîçek, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, nîviskar Gulten Kaya û gelek endamên saziyên civakî tevli bernameyê bûn. 

Mihrîcan dê heya 29'ê Adarê bidome û bi giştî dê 28 film wê bên nîşandan.

 ‘Ev fim ji me ne û çîrokên me dibêjin’

Pêşkeşvanên bernameyê û endamên Navenda Çanda Mezopotamya yê (NÇM) li ser navê NÇM'ê û Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê xêrhatina xelkê kir û got, “Me îsal jî, di 2022'yan de, ji bo we 27 film anîn ba hev. Di nav van filman de em ê dîsa çîrokên Kurdan yên ku li çar aliyê dinyaye belav bûne û bi hesretekê dijîn, bibînin û bibîhîzin. 

Em ê di hin filman de rengên pîroz li ser hespekî mirî, di hin cihan de dayikeke dûr û dirêj li Heskîfê dinêre, Heskîfa ku di bin avê de mayî. Wêneyê Tahir Elçî, di stadyumeke futbolê de, Kurdên Êzîdî, Celîlê Cemîl, ji bo welatê dê û bavê xwe ji Rewanê, ji Çiyayê Elegezê radibe û diçe Viyanayê û ber bi dawiya emrê xwe ve tê gundê xwe, dûr û dirêj li zozanên Qersê mêze dike... 

Em ê Sidiq bibînin, ji bo welatê xwe dikeve ser şopa pilingekî, li ser çiyayên Başûr digere û ev jî, Sidiq jî, dûr û dîrêj li çiyayan dinihêre, çeman dinihêre. Ev film, di vî warî de ji me re tiştekî dibêjin, çawa ku ev kes di filman de li bajaran dinihêrin, li çem û çiya û zozanan dinihêrin, em jî wek temaşevan tevli wan dibin û li welatê xwe dinihêrin. Ji ber vê yekê jî, ev film ji me ne, ji çîrokên me hatine çêkirin.”

Pîştî axaftinan, Koma Aryen derket ser dikê. Piştî stranên Koma Aryenê, filma "Kurdên Êzîdî" bi binenivîs (Kurdî-Tirkî-Rûsî) hat nîşandan. 

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.