Em jî tevî Kurdî qir dibin

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 20 Sibat 2023 - 02:02

Min çavê xwe li nûçeyan gerand û min dît, Mehmet Aslan ji bo Ajansa Mezopotamyayê, bi zimanzan Necmiye Alpay re peyiviye. Mesele gava ziman e, bivênevê ez jî berê xwe didimê ka kê çi gotiye. Lê ev mesele, meseleyeke man û nemanê ye ji bo miletê Kurd, ji ber wê jî, ez nabêjim hema gotiye, xweş gotiye. Helbet siyaseta -esas şerê- 100 salan a dewleta Tirk a li dijî zimanê Kurdî heye û îro jî dewam dike. Helbet, em ê behsa berxwedana Kurdan a li dijî vê siyaseta qirkirinê jî bikin. Helbet em ê bibêjin, “Weşanxaneyên Kurdî hatin avakirin. Pirtûkên Kurdî hatin çapkirin û wergerên wan hatin kirin. Enstîtûya Zimanê Kurdî heye. Ferhengên mezin, pirtûkên rêzimanê ku bûn model derxistin. Dersan û kursan didin.” Necmiye Alpay jî ev gotine.

Lê ev wê rastiyê naguhere ku şerê dewleta Tirk ê li dijî zimanê Kurdî dewam dike û ji sed salan û vir ve nexşeya zimanî ya Kurdistanê, nexasim ya Bakurê Kurdistanê guherandiye. Yanî, temam, hebûna saziyên ku dersên Kurdî didin li bajar û navçeyên Kurdistanê em bibînin. Li ser seran û her du çavan. Lê em vê rastiyê jî bibînin: Beriya bi sîh salan li van navçeyan saziyên dersê Kurdî nebûn, lê li van navçeyan zimanê esasî yê li nava civakê ji bo hemû nifşan Kurdî bû. Îro ji bo pirraniya navçe û bajaran, ev rewş guheriye; zimanê ciwan û zarokan êdî ne Kurdî ye. Zimanê wan ê pasîf -ew jî belkî- Kurdî ye. Ez behsa wan navçeyan nakim ku beriya bi 30 salan zimanê wan nîvî bi nivî bûbû Tirkî. Rewşa wan a di warê zimanê Kurdî de êdî kambaxtir e. 

Bêyî van tesbîtan, em nikarin siyasetên bikêr ên li dijî vê qirkirinê bi pêş bixin. Yanî em bibêjin, rewş xweş û geş e, naxwe weke siyaset, weke mamoste, weke akademî û weke çapemenî, xebatkarên têkoşîna Kurdan, yan jî tenê yên “berxwedana ziman” wê çi bibêjin? Ma ne, wa ye, rewş xweş û geş e, bes e!

Lê nexêr, rewş ne xweş e û ne jî geş e. Em hatine ber qirkirina zimanekî li ser erdekî berfereh: Hema hema temamê Bakurê Kurdistanê. Ji ber wê jî, tenê û tenê, bi vê tesbîtê mirov dikare berxwedanê ji bo siberojê bi rêxistin bike. Siyasetên ziman ên li gorî vê rastiyê heger neyên bipêşxistin, hingê siyaseta bêhnfereh a dewleta Tirk a ku ev sed sal in hewl dide Kurdî tine bike, wê bi ser bikeve. 

Bi ya min, divê aktorên siyasî û civakî yên Kurd, li gorî vê rewşa qirkirina ziman, karibin biryarên radîkal bidin: Berxwedaneke radîkal û aktîf a Kurdî. Ji bo vê, zemanekî çalakiya boykotkirina dibistanên dewletê hat bipêşxistin, lê çînên navîn ên li navçe û bajarên Kurdistanê ev gav pûçkirin. Vê çînê nekarî gavên radîkal biavêje. Behsa dibistanên kolanan, her mal dibistanek hat kirin, tenê çend îstîsna çêbûn, wekî din wê çînê ev gav jî pûç kir. Siyaseta ku bi pirranî ji vê çînê pêk tê ya Kurd, platformek ava kir, em li benda kampanya, biryarên çalakiyên zimanî bûn, lê ji bilî daxuyaniyên rojên zimanê dayikê û Cejna Zimanê Kurdî, me ti kar û pratîka wan a weke adetê jî nedît.

Bi ya min êdî lazim e em tiliya xwe xweşik deynin ser birînê û bibêjin, birîn ev e: Em jî tevî zimanê xwe qir dibin.

Tenê bi vê tesbîtê em dikarin zorê li siyaseta Kurdî û civaka wê ya sivîl bikin da ku biryarên radîkal bide: Ferzkirina hînbûna yekê ji şêwezarên Kurdî li ser xebatkarên xwe, ferzkirina bikaranîna Kurdî di civînan de, ferzkirina daxuyaniyan bi Kurdî, grevên giştî yên dibistanên dewleta Tirk weke grevên hişyarkirinê yên 3 rojan yan jî 5 rojan, li devê dibistanên dewletê hînkirina alfabeya Kurdî, li kolanan xwendina çîrokên Kurdî, li kolanan nîşandana şano û filmên Kurdî û teşwîqkirin û rewakirina fikra “ji bo Kurdî her mal dibistanek e”. Ji vê û wê de jî rêbazên berxwedaneke radîkal a zimanî wê hebin. Helbet, divê em li xwe mikur bên: Em jî bi Kurdî re qir dibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.