Em ê xwedî li bîranînên xwe derkevin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 00:08

MEDÎNE MAMEDOGLU / NÛJINHA / DÊRSIM

22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku bi şîara “Em ê nehêlin xweza û vîna me bê desteserkirin” tê lidarxistin, 25’ê Tîrmehê ango duh dest pê kir. Ji bo mîhrîcana ku wê heta 28’ê Tîrmehê bidome, eleqeyeke zêde hebû. Roja ewil a mîhrîcanê bi panel, meş û konseran li dijî desteserkirina îradeyê derbas bû. Jinên ku bi salan berê ji bajarên ku berê xwe dan sirgûnê ji bo beşdarî mîhrîcanê bibin hatin Dêrsimê, bal birin ser girîngiya mîhrîcanê ji bo gelê Kurd yê Elewî. Jinan diyar kirin ku divê di her şert û mercî de çand û zimanê zikmakî bê parastin û bang li gel kirin ku hem mîhrîcan hem jî bajar ji berê zêdetir biparêzin.

Li virbûyîn pir bi nirx e!

Gamze Yantur a ku ji Îzmîrê beşdarî mîhrîcanê bû hestên xwe yên der barê mîhrîcanê de bi van gotinan anî ziman:“Ez ji Îzmîrê beşdarî mîhrîcanê dibim. Sedema herî mezin a ku em bi taybetî di vê serdemê de tên mîhrîcanê ew e ku em li vir li dijî qetlîama xweza û çandê ya ji aliyê dewletê ve tê kirin û xwedîderketina li hatina koçberan e. Li gorî mîhrîcanên berê beşdarbûn kêm be jî, dîsa jî li xweşa me diçe ku mirov werin vir. Bi baweriya min ev mîhrîcan wê çar rojan tije derbas bibe. 38 bi rastî li kêleka qetilkirin û qetlîama mirovan, projeyek pir cidî ya asîmîlasyona çandî bû. Di vê xalê de 38 bi dawî nebûye û berdewam dike. Dema em li vê pêvajoyê jî dinêrin, qirkirina xweza û çandê didome. Bi dîtina min dixwazin bi projeyên maden û bendavan Dêrsimê bêmirov bikin. Mirov koçber dikin û li vir kêmasiyeke cidî ya nifûsê heye. Ji ber vê yekê li vir bûyîn û dengê xwe derxistin, pir bi nirx e.”

Ev der welatê me ye!

Gulîzar Yaman a ji bo beşdarî mîhrîcanê bibe ji Sêwasê hat Dêrsimê jî wiha got:“Em îro ji bo mîhrîcanê hatin vir. Divê Dêrsim her tim bi hêz û li ser lingan be. Ev welat welatê me ye, ne yê wan e. Em xwediyên rastîn ên vê derê ne. Divê em her tim xwedî li vir û vê çandê derkevin. Em ê tu carî ne komkujiyên wan ne jî têkoşîna xwe ji bîr nekin.”

Zindî hiştina bîranîn û çandê

Yek ji beşdarên mîhrîcanê Zuleyha As jî wiha got:“Armanca sereke ya vê mîhrîcanê ew e ku dîrok neyê jibîrkirin. Em ji bo dîroka xwe ji bîr nekin li vir in. Di vê demê de divê mirov hem çanda xwe û hem jî dîroka xwe biparêzin. Kesên li vî bajarî dijîn jî divê xwedî heman hesasiyetê bin. Ez li benda bernameya çar rojan im.”

Hatina ba hev têkoşînê xurt dike

Xanim Kurum ku ji bo mîhrîcanê ji Stenbolê hat warê xwe wiha got:“Ez ji Mazgirtê me, 30 sal in li Stenbolê dijîm. Her sala ku mîhrîcan tê kirin ez beşdar dibim. Mîhrîcan ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Çawa ku bi salan e em ji bo hebûnê têdikoşin, em dizanin ku di van mîhrîcanan de hatina gel hev pir girîng e. Hatinên gel hev yên wiha têkoşîna me hîn xurtir dike. Li vir mirov li ser xaka xwe bi gelê xwe re tê gel hev. Heta ku em sax bin em ê xaka xwe, çanda xwe û mîhrîcana xwe nehêlin bê xwedî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.