ROZA METÎNA
Ziman, çand, dîrok û hunera Gelê Kurd dewlemendiya herî mezin e. Xwedîkerketina li vê dewlemendiyê ya li dijî êrişên sîstematîk û nîjadperest jî jêneger e. Ji ber ku em bi govend, stran û tilîliyên xwe hêza herî mezin digirin. Dewamiya têkoşîna ji bo govend, stran û tilîliyên me bersiva herî xurt a li dijî nîjadperestiyê ye. Loma gera govenda Gelê Kurd a di 22’yemîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê de peyameke girîng a li hemberî tunehesibandinê bû. Di dîroka Kurdistanê de axa Mezopotamyayê ji gelek şaristaniyan re malovantî kiriye. Strana eşqê ya ewil, reformên civakî û pêşgotinên ewil li ser vê axê bi rih û can bûne. Bi xweza û axa xwe ya bi bereket Kurdistan xwedî kevneşopiyeke taybet e. Her wiha axa gelê Kurd xwediyê jêderkên dewlemen ên binê erdê ne. Lê belê êrişên li dijî vê dewlemendiyê tu carî bi dawî nebûne. Her wiha têkoşîna li dijî van êrişana jî her tim dewam kiriye.
Bi taybet di salên dawî de, di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bi êriş, şer, bikaranîna çekên kîmyewî tê xwestin kurd bajarên xwe biterikînin û bê nasname bimînin. Xwezaya Kurdistanê tê talankirin û îradeya gelê Kurd tê xespkirin. Elbet ev yek bi polîtîkayên asîmîlasyonê jî girêdayî ye. Bi taybet êrişên herî dawî yên li dijî govenda gelê Kurd encama sepandina polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Çalakiyên gera govendê ya li gelek cihan belav bûye jî bersiva li dijî van polîtîkayan e.
Bêtehemuliya li hemberî zimanê kurdî jî bi van polîtîkayana girêdayî her roj hîn dijwartir dibe. Bi caran li metropolên Tirkiyeyê ji ber ciwanên kurd stran gotine yan bi êrişan rû bi rû mane yan jî hatine qetilkirin. Bi tayinkirina qeyûman tabeleyên kurdî hatin daxistin, pirtûkxane hatin girtin, kreşên ji bo zarokan ên bi zimanê dayikê hatin girtin. Mînakên bi vî rengî gelek in. Herî dawî jî nivîsa “Pêşî Peya”, “Hêdî” ya ji aliyê şaredariyên Amed û Wanê ve hatibû nivîsandin di bin kontrola polîsan de ji aliyê hinek koman ve hatin reşkirin. Êriş li dijî kesên ku govend gerandin hat kirin. Vana em ji hev cuda nikarin binirxînin. Koka van êrişana xwe digihîne heman cihî. Xwe digihîne cihê bi faşîzm û yekperestiyê hatiye dorpêçkirin.
Ev koka ku xwe li ser faşîzm û yekperestiyê xwedî dike encax bi rihê yekîtiya gelê Kurd biqelibe. Bi taybet hewldan û têkoşîna li dijî yekperestan bi qîmet e. Loma mîhrîcan û çalakiyên curbecur ên li dijî talankirin, tunehesibandin û xespkirina Gelê Kurd xaleke hêja ye. Mîhrîcan û çalakiyên curbecur ên li ser esasê parastina nirxên civakî wê rêya rizgariyê ji Gelê Kurd veke. Loma 22’yemîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ya 25’ê Tîrmehê dest pê kir û 4 rojan li Dêrsimê dewam kir, li dijî zext, dorpêç, polîtîkayên koçberkirinê gaveke dîrokî bû. Di çalakiyên bi vî rengî de esasgirtina parastina zimanê dayikê û parastina nirxên civakî xalên girîng in. Tevî kêmasiyên xwe jî bersiveke li dijî tecrîd, israra neçareserkirina meseleya kurd e.
Belgefîlm, bernameya xwendina helbestan, çalakiyên ji bo zarokan, meş û dirûşmên jinan, konserên hatin lidarxistin, panel û şanoyên hatin lidarxistin, stantên pirtûkên kurmancî û dimilkî, balkişandina ser mijara tecrîdê û girîngiya pergala hevserokatiyê xalên berbiçav ên 22’yemîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê bûn. Têkoşîna ji bo govenda li dijî nîjadperestiyê ya di vê mîhrîcanê de derket holê bandorek di heman demê li ser binhişiya civakê jî kir. Li her qadên civakê hewldanên bi vî rengî wê ji bo xurtkirina îradeya Gelê Kurd jî gaveke girîng be. Her hewldan û berxwedana bê kirin wê li dijî êrişên li ser destkeftiyên jinan jî xwediyê wateyeke girîng be. Li dijî konsepta şer, pevçûn û îmhakirinê wê peyama xurtkirina rihê yekîtiya gelê Kurd be.