Têkoşîn dawî li talanê tîne!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Tebax 2024 - 00:58

  • Cîgira Hevserokatiya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Beycan Taşkiran û Hunermend Dogan Çelik ên tevli 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bûn bal kişandin ser girîngiya parastina ziman, çand û hunerê. Her wiha behsa talankirina xwezaya Kurdistanê kirin û gotin ji bo bidawîkirina talanê têkoşîn lazim e. 

ROZA METÎNA / DÊRSIM

Hunermend û siyasetmedar ên tevli 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bûn diyar kirin ku divê di nava mihrîcanan de jin hîn bêhtir cihê xwe bigirin, pêdivî ji rêxistinbûyina li dijî talankirina xwezayê heye.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) li Dêrsimê piştî starta 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi dirûşma “Em destûrê nadin xespkirina xweza û îradeya me” da şûnde mihrîcanê di 25'ê Tîrmehê de dest pê kir û di 28'ê Tîrmehê de bi bernameyên curbecur bi dirûşma "Wê Dêrsim ji faşîzmê re bibe goristan" bi dawî bû. Her wiha peyama gerandina bi govendê ya li dijî faşîzmê jî hat dayin.

Di mihrîcanê de belgefilm, çalakiyên ji bo zarokan, bernameya xwendina helbestan, meş û dirûşmên jinan û konser hatin dayin. Her wiha panel hatin lidarxistin û çend lîstikên şanoyê jî derketin ser dikê. Di çalakiyan de xelkê balê bire ser tecrîdê jî û girîngiya pergala hevserokatiyê hate nîqaşkirin. Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevlî mihrîcanê bûn. Her wiha jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê û xespkirina îradeya Gelê Kurd dengê xwe bilind kirin.

Serhildana ji bo mihrîcanê 

Cîgira Hevserokatiya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Beycan Taşkiran bal kişand ser bidestxistina mafê mihrîcanê ya bi serhildanê û wiha got :”Di sala 1999’an de min di nava Komeleya Dêrsimê de cihê xwe girt. Kelecana wê demê tê bîra min. Di destpêkê de bi qedexeyê dest pê kir. Wê demê serhildaneke mezin çêbû. Me di nava şertên Awarte de bi serhildanê mafê mihrîcanê bi dest xist. Wê demê li her derê bajêr polîs hebûn. Bi deh hezaran serî netewandin. Bi serhildanê me xebatên xwe kir. Wê demê rewşenbîran jî piştgirî dan û bû xebateke bi bandor. Gelek mirovên ku gundên wan hatin şewitandin û hatin sirgunkirin berê xwe dan Dêrsimê.”

‘Li Kurdistanê koçberiyeke mezin heye’

Beycan Taşkiran bal kişand ser polîtîkayên koçberiyê û got: ”Dêrsimiyên ku ji ber sedemên aborî, civakî, polîtîk koç kirine her tim çavekî wan li Dêrsimê ye. Çavekî wan her tim li hemû Kurdistanê ye. Ew her tim li hêviya şert û mercên azad in. Lê belê niha azadî tune ye. AKP bi polîtîkayên xwe koçberiyê ferz dike. Mixabin li Kurdistanê koçberiyeke mezin heye û em nikarin rê li vê koçberiyê bigirin. Dewlet jî bi taybet kesan ji bo koçberiyê teşwîq dike. Dewlet mirovan bê kar dihêle, leşker, polîs û cerdevanan her tim bi kar dike, ji bo qadên cemaweriyê kesan nagire, tenê mirovan çend mehan digire ÎŞ-KUR’ê, her wiha dewlet her kesî teşhir dike. Ji bo tu têkeve karekî derbaskirina mulakatê pir zehmet e. Desthelat alîgirê xwe digire kar. Sektora taybet jî jixwe li Kurdistanê li ser sîstema koletiyê xwe dimeşîne. Mirov 12-14 saetan bi mûçeyeke kêm li sektorên taybet dixebitin. Polîtîkayên şer, polîtîkayên xizankirinê, talankirina xwezayê, çêkirina bendan dibe sedema koçberkirinê. Loma jî mihrîcanên ji bo parastina çand û xwezayê girîng in.”

‘Nameyên jinên li zindanan hat xwendin’

Beycan Taşkiran da zanîn ku wan ev mihrîcan diyarî jinên têkoşîna edaletê didin, kirine û got: ”Pirsgirêkên me yên aborî, civakî, çandî, hunerî, olî dikare li mihrîcanên bi vî rengî bê nîqaşkirin. Elbet hêviyên gelê me hîn bilind in. Em pêvajoyên ku rexne dihatin kirin jî dizanin. Di vê mihrîcanê de hat xwestin ji konseran bêtir panel bên lidarxistin û qadên nîqaşê û sohbetê bên berfirehkirin. Panel, gotubêj, meş, çalakiyên jinan hatin lidarxistin, nameyên jinên li zindanan û nameyên jinên Dêrsimî hatin xwendin. Me gelek çalakiyên hatine kirin jî diyarî jinên bi salan e têkoşîna edaletê didin, kir. Ev tiştekî pir girîng e. Mirovan digotin belkî tevlîbûna panelên hatin lidarxistin kêm bin. Lê wiha nebû tevlibûn baş bû. Me dît ku pêdivî ji vê yekê heye.”

Pêdivî bi rêxistinbûyinê heye

Beycan Taşkiran bal kişand ser pêdiviya bi rêxistinbûyinê re û wiha lê zêde kir:Pêdiviya têkoşîna hevpar a li dijî terora dewletê heye. Li dijî polîtîkayên dagirkerî û talanê pêdivî bi rêxistinbûyinê heye. Pêdivî ji rêxistinbûyina li dijî talankirina xwezayê heye. Erê em li berxwe didin lê belê ev têra têkbirina êrişên desthelatê nake. Aqil, îrade û perspektîfa jinan a di vê mihrîcanê de ne têr bû. Ev di heman demê de rexnedayinek e. Hegemonyayek mêr heye. Lê divê em jî weke jin bêjin ji bo em vêya biguherin me çi kir? Wekî jinên rêxistinkirî, jinên şoreşger divê em bi hişmendiyeke rexnedayinê nêz bibin. Gelek çalakiyên jinan di mîhrîcanê de li dar xistin watedar bûn. Me hemûyan ked dan. Em ji bo kesên ked dan jî spas dikin.” 

Girîngiya stantên pirtûkan

Beycan Taşkiran bal kişand ser girîngiya pirtûkan jî û got: ”Li mîhrîcanê stantên pirtûkan jî hatin vekirin. Çimkî bi bandora telefon û internetê jî xwendin lawaz ketiye. Loma danîna stantên pirtûkan girîng e. Vêya mihrîcan dewlemend kir.”

‘Em ê hesabê Gulistan û Ayten bipirsin’

Beycan Taşkiran di heman demê de bal kişand ser Gulistan Doku ya di 5’ê Çileya 2020’î de li Dêrsimê hat windakirin û bal kişand ser Ayten Ozturk a ku ji aliyê endamê JÎTEM’ê Mahmut Yildirim ve hat revandin û bi îşkenceyê hat kuştin û wiha dawî li gotinên xwe anî:Êrişên dewletê yên li hemberî jinan hîn zêde tê xuyakirin. Em wekî jin bi salan e bi vê pirsgirêka dewletê rû bi rû dimînin. Polîtîkayên bêcezahiştinê, tundiya zayendî ya bi uniforma, êrişa windakirinê her tim heye. Gulistan Doku ya hat windakirin û Ayten Ozturk a bi îşkenceyê hat qetilkirin mijara têkoşîna azadiya jinan e. Windakirina Gulistan Doku ne tenê mijara jinan e. Ev mijara hêzên demokratîk û hemû civakê ye. Çimkî tiştên bi serê jinan de tê di heman demê de bi serê vê civakê tê. Bavê Ayten Ozturk di mihrîcanê de êşa xwe anî ziman. Malbata wê bi salan e têkoşîna edaletê dide. Yek ji armanca têkoşîna me jî hesabpirsîn e. Em ê ji bo Gulistan Doku û Ayten Ozturk hesab bipirsin. Divê em li dijî dewleta desthilatdar a mêr hesab bipirsin.”

Naveroka mihrîcanê bi Tirkî bû!

Hunermend Dogan Çelik da zanîn divê naveroka mihrîcan û hemû çalakiyan li ser zimanê dayikê be û got:” Her gel li gorî xwe xwediyê çand û hunerekê ye û li gor wê mihrîcanên wan hene. Dema ku ziman, çand, baweriya gelekî ne di navenda mihrîcanan de bin wê demê ev dibe xizmeta ji asîmîlasyonê re. Mihrîcan ji bo Dêrsimiyan girîng e. Hatina Dêrsimiyan a bajarê xwe bi wate ye. Lê belê naveroka mihrîcanê bêtir bi tirkî bû. Dema wiha be tiştekî ji derveyî me tê afirandin. Hunermendên kurd û yên bi kurdî dibêjin divê di navenda mihrîcanan de bin. Her wiha divê di nava mihrîcanên bi vî rengî de jin hîn bêhtir cihê bigirin. Ne tenê di mihrîcanan de divê di her bername û çalakiyan de hunermendên kurd û yên bi kurdî dibêjin cihê xwe bigirin. Dema tu bi zimanê gelekî neaxive wê demê tu nirxên wî gelî esas nagire. “

‘Divê bajarekî hawirparêz bê avakirin’

Dogan Çelik bal kişand ser talana li ser xwezaya Kurdistanê û wiha pê de çû: ”Ji bo talana li ser xwezaya Kurdistanê bi dawî bibe divê di pratîkê de Rêxistinên Civaka Sîvîl, Parêzvanên Der û Dorê hewl bidin. Her wiha divê siyaset jî di vê mijarê de rola xwe baş bilîze. Divê bi hiqûqa navxweyî û navneteweyî bersiva vê talana xwezayî bê dayin. Ji bo dawî li vê talanê were têkoşîn divê. Ji dîrokê heta niha li Dêrsimê mezinên me ji bo kevir, dar, kêzik û ava vê xwezayê li berxwe dane. Ev serhildanek e. Wan ji bo ziman, çand û axa xwe bersiv daye pêvajoyê.”  Dogan Çelik da zanîn divê xaniyên li gor xwezayê bên çêkirin û wiha lê zêde kir: ”Divê ji bo parastina xwezayê destûra îmarê ji bo her taxê neyê dayin. Divê rêveberiyên herêmî li her derê dara biçînin, kuçeyan her tim paqij bihêlin. Divê malên li gor xwezayê bên çêkirin. Her wiha Dêrsim herêma erdhejê ye loma divê avahiyên qatên wan zêde neyên çêkirin. Divê bajarekî hawirparêz bê avakirin. Dema mirov bajarên ji bêhntengiyê dûr ava bike wê demê dibe hawirparêz. “

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.