MEDÎNE MAMEDOGLU / NÛJINHA / DÊRSIM
Mîhrîcana Çand û Xwezayê bi dirûşmeya“Me nahêlin xweza û îradeya me were xespkirin” ku were lidarxistin sibê destpêdike. Di amadekariya bernameya mîhrîcanê de ku nêzî 40 sazî cih girt; konser, panel û gelek çalakî dê were lidarxistin.
Hevşaredara Dersîmê Bîrsen Orhan a ku der barê mîhrîcanê de diyar kir ku ev mîhrîcan hem li dijî asîmîlasyonê hem jî li dijî şerê taybet bi bernameyên xwe balê dikşîne û got:“Mîhrîcan car caran bi hinek mûdexaleyan di bin navê turîzm de ji ber ji armanca xwe hat derxistin. Bi Şaredariya Dêrsimê re me bernameya mîhrîcanê amade kir ku ji aliyê nêzî 40 saziyan ve hat lidarxistin. Li vir armanca sereke ev e; Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê li gorî wateya wê bê lidarxistin. Dersîm yek ji herêmên ku polîtîkayên şerê taybet lê zêde tê hîskirin e. Bi taybetî, hişbir û pêkanînên bi vî rengî. Me bi felsefeya vegera xwebûnê bernameyek çêkir. Di bernama 4 rojan de em ê gelek panel û meş lidarbixin. Em ê nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûman bi taybet bi meşa 'Dest nede îradeyê’ bînin ziman. Em hemû raya giştî vedixwînin vê meşê. Em ê bi platforma jinan a bajêr meş û çalakiyan li dar bixin" û destnîşan kir festîvala ku di nava xaleke hevpar de ye, xîtabî hemû beşên civakê dike. Bîrsen Orhan, anî ziman ku ji bo mihrîcanê car caran ji aliyê walîtiyê ve rastî astengiyan tên û got, ji bo mîhrîcana ku çend roj berê li bajêr hat lidarxistin hemû saziyên fermî hatin bikaranîn, lê gelek serlêdanên wan ên ji bo mîhrîcana motosîlet hatin redkirin. Bîrsen Orhan, diyar kir ku daxwazên bikaranîna Stada Ataturk û baxçeyê muzeyê yên li bajêr ji aliyê saziyan ve bi hinceta "tamîrê" hatiye redkirin û diyar kir ku yûrda xwendekaran a li bajêr jî ji bo mihrîcanê bi berdêlek diyar hatiye veqetandin û got:“Kesên ku dê beşdarî vê mîhrîcanê bibin gelê vî bajarî ne. Ji bo mîhrîcana ku 22 sal in dewam dike, em gavên cudakariyê qebûl nakin. Em hemû raya giştî vedixwînin mîhrîcana çar rojan. Divê gelê me beşdarî mîhrîcanê bibe ku ji her qadê tiştekî bibîne û gotina xwe bêje. Tişta ku herî zêde pêwîstiya me pê heye hevkarî û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi vî rengî ye.