Şêniyên Eyn Îsayê tevî êrişên dagirkeran ên li ser navçeyê li kuçe û kolanên navçeyê bi sedan dar çandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsayê bê navber didomînin û bi tank, top û hewanan navçeyê dikin hedef. Ev êriş bandoreke neyînî li xwezayê jî dikin. Şaredariya Gel a Eyn Îsayê wek awayekî berxwedanê, li kuçe û kolanên bajar bi sedan dar çandin.
Mihemed Ramo ji şêniyên Eyn Îsayê ye got: “Her ku ew hilweşînin, em ê jî ava bikin”.
ANHA/EYN ÎSA