- Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.
Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.
Wan her wiha gef û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û got, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî li pêşiya avahiya zanîngehê bi beşdarbûna bi dehan xwendekar û mamosteyên zanîngehê, ji aliyê endama Arşîva Kar û Barên Xwendekaran a Zanîngeha Kobanê, Sozdar Mehmûd ve hat xwendin.
Sozdar Mehmûd got, “Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemberî zordarî û faşîzmê şer kir. Dema ku gelê herêmê rastî gef û êrişan hat, ciwanên wê bûne hêviya siberojê û sembola îradeya xurt. Ciwanên vê herêmê mirovahî tevde parastin û karîbûn rêveberiya xwe bi derfetên xwe yên kêm ava bikin, di dema ku dewletên mezin nikarîbûn vê yekê pêk bînin.
Jin rastî her cureyê zordestiyê yê ji aliyê civakê û hişmendiyên paşverû dihatin, lê jinan li Rojava karîbû îradeya xwe bi pêş bixin û wan bendan bişikînin. Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê têk bibe û destketiyên wê tine bike.
Lê niha dem dema hevgirtina civakê û ciwanan e ji bo têkbirina êrişan, her wiha bipêşxistina asta xebatên sazî û partiyan e. Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin û destketiyên wan biparêzin. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin da ku li hemberî gefên dagirkeriya Tirk helwêstê nîşan bidin.”
ANHA/KOBANÊ