‘Em ê bi ser bikevin’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Adar 2022 - 22:09

  • Mihrîcana Filmên Kurdî ya Stenbolê a ku cara 2’an hat lidarxistin, bi dawî bû. 

Mihrîcana Filmên Kurdî ya Stenbolê a ku cara 2’an hat lidarxistin, bi dawî bû. 

Mihrîcana Filmên Kurdî ya Stenbolê, ji aliyê Kolektîfa Sînemayê ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) hat lidarxistin. Mihrîcanê 6 rojan dewam kir, tê de 28 film hatin nîşandan. Fînala mihrîcanê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşliyê bi filma Namo bi rê ve çû. Beriya nîşandana filmê, ji Kolektîfa Sînemayê ya NÇM’ê Adar Taş û Hebûn Polat derbarê mihrîcanê de axivîn.

Di axaftinê de gotina sînemager Yilmaz Guney ya “Em ê bi ser bikevin” hat bibîrxistin û hat gotin, “Yilmaz Guney, berê kameraya xwe dabû axa xwe. Me jî mihrîcana xwe di vê çaçroveyê de li dar xist. Mala her kesê piştgiriya me kir, ava be.” 

Piştî axaftinan, film hat nîşandan. Piştî nîşandana filmê, derhênerê filmê Nader Saeivar axivî û behsa çîroka filmê kir. Temaşevanan jî pirs ji derhêner kirin.

Piştî gotûbêjeke piçûk, mihrîcan bi dawî bû.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.