Em diçûn û …

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Me şewata dilê dayikên heznî piçekî sar dikir. Me feleka xayîn di xew re digirt û li kerekî kulek siwar dikir û ber bi binê gêlî rê dikir. Paşê, îca ji dilê xwe re me kum û koloz xwar dikir û em diçûn.

CENGIZ ÇÎÇEK

Em diçûn, ji ber hurme hurma me şevê mîna nêçîra ji ber devê tivinga nêçîrvanan bireve, xwe diavête ber taldeyê dar û deviyan. Seyên şivanî ji dûredûr direyîn. Tirsa bi salan, mîna kirasekî riziyayî zîvalzîvalî dibû û ji bedena me dihate xwarê. Dengê gurpegurpa dilê me li gelî û newalên welêt hilnedihat. Werzebayê axlêvê belediya me dikir.

Dem, mîna hespekî wesytiyayî li dû me dilikumî. Cara yekê bû kes li pey me nedigeriya.

Em diçûn, bendê bindestiyê bi her gava me re vedikişiya, vedikişiya heya ku di ciyê herî zirav de diqetiya. Gilî û gazinan terka zimanê me dida. Ruhê me li ser boçika xwe hêşîn dibû. Aqilê me xwe hînî tiştên nebûyî dikir. Rûyê me ji bo ku bikene li me û mehneyan bû. Ji koma me xortekî xeşîm bi pisporiyeke ku me jê hêvî nedikir, li fîtikê dixist. Dîsa ji komê, kalekî straneke kevn bi hewaseke teze li fîtika xorto dianî û di nerma xwe de dinitirand.

Em diçûn û vê carê me zanibû ka em bi ku ve diçin. Berê me hemiyan li heman alî bû. Ev ji bo me tiştekî nû bû û me ev yek berê tenê di xewna xwe de çend caran dîtibû. Vê yekê riya me kûrtir û hêviya gihîştina menzîlê xurttir dikir. Me wê rojê deriyê serdemekê bi heya dawî digirt û derî li yeke din vedikir. Me li ber agirê kuçikî, bi ser navê bîreweriyan şerma derengmayînê bi riya mikurhatinê parve dikir. Piştî hesabê xêr û gunehan, ji bo ku em karibin rasterast li nava çavên zarokên xwe binêrin, me dadida kevirê destê bav û kalên xwe, qalikê zivistanên bê dawî kun dikir û di wan kunan re serê xwe mîna zilikên derbiharê çîk radikir.

Me guh nedida gotegot û tiştên erzan

Em diçûn, me bendê pişta xwe ne ji bo axînên kûr, lê ji bo kar û barê zor bi şid girêdida. Me sonda xwe dikir yek da ku em careke din li hevdu nekin rik. Me êdî guh nedida gotegotan û tiştên erzan. Ji me yekî bigota, “kul” yê din digot “can”. Me dest dabû hev, çi li ser xetê û çi jî li bin xetê. Me xewa şevan û nanê devan li xwe heram dikir heya ku dabiniya dahata gelê me li ser destê me nebûya hikmê esehî yê hetahetê. Me êşên pêşkoçiyên xwe ji xwe re dikirin hincet û gotinên wan jî şîret. Me hemî pezê doşanî dida cotek solên hesinî û em pê diçûn.

‘Li vî welatî îşev ti kes namire’

Em diçûn, erd û asîman bi serdanpê ji bo me dibûn rê. Kevir li ber lingê me dibûn penêr! Her ku em diçûn, destê me mezin dibûn. Her yek dibû destê pêlewanê dewra berê. Me stêrkên xuricî berî ku bikevin erdê li hewa yeko yeko digirtin û dîsa datanîn şûnê. Ji xeybê dengek dihate guhê me; yekî bi bextewariyeke kêmpeyda digot, “Li wi welatî îşev êdî ti kes namire.” Bayê bextewariya wî em jî radipêçan. Me bi meraqdarî ji hevdu dipirsî û digot, gelo şeveke bê mirin pêkan e û heke pêkan be tiştekî çawa ye?

Me kenê zarokan kom dikir

Em diçûn, li ser sînga me minminîkan bask xwe li hev dida. Hestên me yên cemidî di hêlîna hêviyê de ji nû ve gul vedidan. Me diayên qencan ji şûna morîkên nezerê dikirin stûyê xwe û tim bi xwe re digerandin. Me dîdarên hezkiriyên xwe li ser rûyê hîva çardeşevî nexş dikirin. Me bîra xwe bi kevirê xêrê lê dikir û hemî jiyanyariyên li ser oxirê, tev mîna spardeyên pîroz di wir de bi cih dikirin. Me agirê xeyidî li kuçikê sêwî dibanand. Me ji her malê rê dibire maleke din. Me kenê li ser rûyê zarokan kom dikir û mîna tovê azadiyê li axa welat direşand.

Em diçûn, toza koça me dikete çavên xêrnexwazan. Xofê li alemê digirt û nepakên newêrek telebaz didane xwe û bi vir de û wê de direviyan. Şêrên ber tenûran, ji bo ku devê xwe vala nehêlin, bi miremir hin gotinên gir digotin.

Hin berçûyên bav koxpînik û xalxerab di bin hêşiya konan de kêlêşk dikotin. Hûtê heftserî yê ku her şeva xwedê dihat, çongên xwe didane ser lûtkeya çiyayê Gilîdaxê, devê xwe dikire çemê Erez, ava wî tev vedixwar û xelkê ji tîna qîr dikir, çawa dengê reperepa lingên me dibihîst, çilape dikir direviya û ji bo ku xwe tê de veşêre li qulekê digeriya.

Di tûrê me de mizgîniya siberojê

Em diçûn, gumanên giran ku ew berê mîna rîşa pûç bi lingên me dialiyan û nedihiştin em bilebitin, niha hemî libo libo li pişt me diman. Me bi helanên xwe gund û bajar tev ji xewa mirinê hişyar dikirin. Me bi dirêjahiya destê xwe, birînên kevn û teze tev derman dikirin. Me lîstikên dîroka derewîn yên tarî û qilêr bi şemla agirê bedenên xwe pûç dikirin. Me her çar aliyên welêt bi mexseda qorixkirinê bihost bi bihost qûç dikirin. Di tûrê me de mîzgîniya siberojê em bi gavên mezin dimeşiyan. Me bi çûyîna xwe av li ser bav û kalên xwe zelal dikir û şîrê diya xwe li xwe helal dikir.

Em diçûn, bendewariyên belengazan her xwe li me digirtin. Çiyayên dilhebîn bi kenê dostan hêmbêza xwe ji me re vedikirin. Kozikên pêşiyên me ku ew bûn mîrateya herî hêja ji wan mayî, bi kêf û kelecan silava me werdigirtin.

Dinya careke din bi meşa me dizîvirî û dîsa li xwe vedigerî. Me bi hemî hinga xwe bextê reş li textê xwînê wer dikir.

Me şewata dilê dayikên heznî piçekî sar dikir. Me feleka xayîn di xew re digirt û li kerekî kulek siwar dikir û ber bi binê gêlî rê dikir. Paşê, îca ji dilê xwe re me kum û koloz xwar dikir û em diçûn.

Me dida navê û em diçûn...

Em diçûn, xew li xwediyê sukrê diherimî. Zûrezûr di gewriya guran de dima. Mêrê kulê mîna siya ku tav lê dirê, li ber me hildihat. Li qesr û qonaxên li ser girên bilind, çira vedimirîn. Tatêlên kûr bi pirtepirteke spîçolkî şûna wan dadigirtin. Ewrên berexêriyê êdî nema xwe radigirtin. Baran dibarî, ge tavî, ge xunavî. Dibarî, dibarî, dibarî heya ku avê dida çonga çiyayê herî mezin. Me dida navê û em diçûn.

Em diçûn, sibe nêzîk dibû. Bayê berbangê bêhna azadiyê diwazande nava dil û hinavê me. Xwedê li ser textê xwe rûdinişt û bi awirên heyirî li me temaşe dikir. Diyar bû ku xerîbê vê yekê bû. Lewra, ji ya dîtî bawer nedikir û nizanîbû ka wê çi bike. Biryar nedida; ka gelo ji me re li çepikan bixe yan mîna berê dîsa me ji rê derbixe. Bila ew her bifikire, em diçûn û em êdî pê hesiyabûn, bêyî çepikên wî jî em dikarin kar bikin...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.