• Dayika Nûdem Durak Hatice Durak, "Hikûmet ji Nûdem û stranên wê ditirse. Ji ber vê yekê, keça min girtiye û nayê berdan. Banga min li hemû humermendan heye, bila ji bo Nûdemê dengê xwe bilind bikin. Em bibin dengê Nûdemê."

ROJDA AYDIN / JINNEWS/ŞIRNEX
 
Nûdem Durak sala 2012’an ji ber ku bi Kurdî stran gotin, cara ewilî hat girtin. Nûdem piştî salekê hat berdan û piştî demeke kurt bi heman hincetê dîsa hat girtin û vê carê jî 9 mehan di hepsê de ma. Nûdem ku piştî hat berdan dev ji mûzîka Kurdî berneda, piştre li Navenda Çanda Mem û Zîn a ser bi Şaredariya Cizîrê dest bi mamostetiya erbanê kir. Sala 2015’an dîsa bi hinceta “bi Kurdî stran gotiye” hat girtin û di du dozên cuda de 19 sal cezayê hepsê lê hat birrîn. Nûdem a ku ev 7 sal in di Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê de dîl e, bi gelek nexweşiyan ketiye. Hestiyên wê dihelin û pirsgirêkên wê yên çavan hene, par jî bi nexweşiya “graves” (guatra bi jehrî) ket. Nûdem emelita ji ber guatra jehrî qebûl nake. Ew ditirse ku dengê xwe winda bike.

Dayika Nûdem, Hatîce Durak bang kir û xwes her kes xwedî li Nûdemê derkeve.  
 
‘7 sal in girtî ye’

Hatîce, bi bîr xist ku keça wê ev 7 sal in dîl e û got, “Keça min hûnermend bû û li Cizîrê perwerdehiya erbaneyê dida zarokan. Dema ku hat girtin jî xwendekarên wê gelek xemgîn bûn. Keça min bi tenê hunermend bû. Keça min tim bi Kurdî stranên xwe digot. Her wiha carna bi Tirkî jî digot. Zimanê me weke berê wê demê jî qedexe bû û ji ber vê yekê keça min hat girtin. Zarokên me bîlasedem di hepsan de digirin û dirizînin.”
 
‘Li ser girtiyan zilmeke mezin heye’  

Hatîce, bal bire ser zext û binpêkirinên mafên li ser girtiyan û wiha dewam kir: “Dema bi keça xwe re axivîm, dibêje, zilmeke mezin li ser wan tê meşandin. Her şev di ser qawîşên wan de digirin û lêgerînê dikin. Dema lêgerînê dikin hemû alavên wan belav dikin. Keça min digot, ji ber van lêgerînan ew nikarin bi şev rakevin. Her şev kesek nobetê digire. Alavên ku em ji wê re dişînin nadin wan û careke din paşve dişînin. Bi zanebûn li ser zarokên me zilmeke mezin tê meşandin.”  

‘Guatira bi jehrî lê peyda bûye’

Hatîce, bi bîr xist ku keça wê beriya ku bê girtin tu nexweşiyên wê tunebûne û piştî hatiye girtin nexweşiyên wê derketine û wiha dewam kir; “Niha nexweşiya wê ya guatira bi jehr derketiye. Her wiha hestiyên wê dihelin. Her wiha çavên wê jî diêşên. Par dema em bi telefonê diaxivîn dengê wê xirap dihat. Min jê pirs kir çima dengê te ew qas xirap tê, lê nedigot. Piştî ku rewşa wê giran bû rêvebiriya girtîgehê wê biriye nexweşxaneya Erziromê û li wê derê bijîşkan gotiye, nexweşiya guatira bi jehrî lê peyda bûye. Bijîşk gotiye ‘divê em te emeliyat bikin.’ Lê belê keça min gotiye ‘ez hunermend im’ û li ser vê yekê bijîşk gotiye, wê demê emeliyat nakin û derman dane wê.”

 Hatîce, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heger, hunermendên Tirk bûna, xwedî derketineke mezin bihata kirin, û dewletê wê ew berdaya. Em dixwazin hikûmet dengê Nûdemê bibihîze û wê serbest berde. Hunermendên cîhanê li Nûdemê xwedî derdikevin û em malavahiya wan hemûyan dikin. Em dixwazin her kes bibe deng û awaza Nûdemê” 

Aktor, çêker û nivîskarê Emerîkî John Kusack, aktirîsta şano û sînemayê ya Brîtanî Maxine Peake û aktor û jîngehparêzê Emerîkî Mark Ruffalo bi parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal, beriya çend rojan piştgirî dabûn Nûdemê.