Em bi hev ve girêdayî ne

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 29 Nîsan 2023 - 05:33

Young-Deok Seo hunermendekî Koreyî ye ku bi zincîrên duçerxeyan peykeran çêdike. Peykerên ku çêdike jî ne piçûk in. Heta jê tê portreyên mezin çêdike bi van zincîran û hûrgiliyên van portreyan jî xweşik nîşan dide. Yanî ew malzemeyê xwe bi hostekariyê bi kar tîne. Dema mirov çav bi peykerên wî yên ji zincîran dikevin, têdigihîjin ku ew pirr nêzî formên bi rastî yên mirovan in. 

Young-Deok Seo çav, poz û guhên peykerên xwe pirr xweşik û bê qisûr çêkirine. Rûyê peykerên wî jî eynî weke yên insanan in. Pevgirêdan û sêwirandinên wî eynî weke xaçepirsekê hevdu temam dikin û portreyên wî pirr li hev in. Ji ber ku wî formên xwe nêzî yên insanên bi rastî çêkirine, bi heybet tên xuyanê. 

Young-Deok Seo, bi van karên xwe û bikaranîna malzemeyên weke zincîran pîşesaziya nûjen jî dinirxîne û ev xebatên wî nîşaneya vê yekê ne. Young-Deok Seo dide zanîn ku huner bi saya zincîran bi hev ve tê girêdan û got, “Em jî bi hev ve girêdayî ne û weke parçeyên makîneyekê dixebitin. Em di nav diranên çerxan de tên hêrandin. Nahêlin ku em bibin lehengê jiyana xwe. Ez jî bi riya van portreyên xwe li ber wan kesan radibim ku nahêlin em bi awayekî azad bifikirin û zincirên xwe biqetînin. Ev portre portreyên wan zemanan in ên ku di wan de em tine tên hesibandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.