- Rapora pisporan li ser Kurdên Elmanyayê: Sermeselê, komeleyên Kurdan behsa pirsgirêkan dikin di dema miracaetên ji bo fonan, dibêjin, kesên biryaran didin bi şik û guman li wan dinihêrin. Saziyên dewletê van pêşhukman xurt dikin û, wan weke ´koma gumanbar´ krîmînalîze dikin
Prof. Dr. Çinur Ghaderi û Prof. Dr. Esther Almstadt ji Dibistana Bilind a Evangelîk a Bochumê, li ser Kurdên Elmanyayê raporeke pisporiyê nivîsandin.
Li gorî raporê, encamên sereke yên lêkolînên ji bo amadekirina raporê nîşan didin ku texmînî 1.3 milyon Kurd li Elmanyayê dimînin û ew yek ji komên herî mezin ên koçberan in li Elmanyayê.
Tevahiya kesên ku rêveberên vê lêkolînê bi wan re peyivîne, ji wan re gotine, ew bi nijadperestiyê re rûbirû bûne yan jî li dijî wan cihêkarî hatiye kirin.
Li gorî raporê Kurd, jiyana wan û tecrûbeyên wan para bêhtir li Elmanyayê xuya nakin; yanî civak û mediya xwe li wan kerr û kor dikin. Rêveberên raporê dibêjin, ev yek jî tesîrên gelekî mezin dike li Kurdan hem di asta şexsî û hem jî di asta sazûmanî de.
Yek ji mijarên rapor pê daketiye, ew e ku bibîne, ka çapemeniya sereke ya Elmanyayê Kurdan çawa dibîne. Encam nîşan dide ku çapemenî herî zêde bi sûc û şidetê hez dike Kurdan nîşan bide: Ji sê paran pareke nûçeyên lêkolîn bi wan daketiye li ser van mijaran û têkiliyên wan bi Kurdan re bûye.
Herî kêm 1,3 milyon Kurd hene li Elmanyayê
Heta niha kêm çavkaniyên berdest hebûn ku hejmara Kurdan li Elmanyayê nîşan bide. Ji ber nebûna daneyên fermî, lewma Elmanya xelkê li gorî dewletên ji wan tên disinifîne, diyarkirina hejmarê zehmet bûye. Nivîskarên raporê li gorî hejmarên eşkerekirî yên berê û yên heta sala 2008´an û zêdebûna li wê hejmarê ya van 12 salên dawiyê, texmîna 1,3 milyon Kurdên li Elmanyayê dike.
Rapor ji qonaxa dawî ya koçberiya Kurdan a ber bi Elmanyayê re dibêje, qonaxa 5´an: Vê qonaxê bi “Bihara Erebî” re dest pê kir, yanî bi şerê navxweyî yê Sûrî û belavbûna tevgerên tundraw ên dînî li Sûrî û Iraqê; sala ku bûn sedema koçberiya herî zêde jî sala 2016´an e. Li gorî raporê qederê 240 hezar kesên Kurd ên ji Sûrî ji sala 2013´an ve li Elmanyayê doza penaberiyê kirine. Di vê demê de kesên ku xwe weke Kurd dane nasîn û doza penaberiyê kirine jî 478 hezar in.
Qedexekirina PKK´ê krîmînalîzekirina Kurdan e
Di qismê elaqedarî peywenda siyasî de jî rapor bi qedexeya PKK´ê dadikeve. Rapor, hewldanên hiqûqî yên ji bo betalkirina qedexê bi bîr dixe û dibêje: “Hikûmeta federal miracaeta ji bo betalkirina qedexekirina PKK´ê red kir, lê hîna di warê hiqûqî de divê biryar li ser bê dayîn.
Rapor behsa argumana li dijî qedexekirina PKK´ê ya Civaka ji bo Gelên di Tehlûkeyê de (GfbV) dike û bi vî awayî di raporeke pisporan a akademîk de cih dide argumanên li dijî qedexekirina PKK: “Rêxistina mafê mirovan GfbV bang kir da ku qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê bê betalkirin, lewma li gorî wê, qedexe dike ku Kurd li Elmanyayê bên krîmînalîzekirin, û her wiha rexneya wan a li rejîma serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan jî bi vê tê krîmînalîzekirin.”
Rastgirî û dîndariya Tirk li dijî Kurdan e
Rapor di peywenda siyasî de behsa nijadperestên Tirk (Bozkurt) û sazûmaniya dînî ya ser bi hikûmeta Tirk DÎTÎB´ê jî dike û van herduyan di çarçoveya tehlûkeya yekser a li dijî Kurdan de dinirxîne û dibêje, “Bozkurt, her kesê ku îhtîmal e yekîtiyê [ya dewleta Tirk] bixe tehlûkeyê, weke tehdîd û gef tên sêwirandin û piçûk tê dîtin. Di nava van sêwirandinên wê de, ne tenê PKK heye, bi giştî Kurd hene û wekî din jî Cihû, Ermenî, Elewî, Êzîdî jî hene.”
Xisleta DÎTÎB´ê ("Diyanet İşleri Türk İslam Birliği": Yekîtiya Karûbarên Diyanetê ya Tirk-Îslamê) ya ku ser bi Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya Tirk e tê bibîrxistin û wekî din jî nêzîkbûna wê ya bi îdeolojiya nijadperest a Tirk re jî tê bibîrxistin. Raporê cih daye xebitandina sîxûrên Tirk li dijî muxalifên Tirkiyeyê û Kurdan jî. Rapor dibêje, Kurd DÎTÎB´ê weke tehlûke dibînin.
Nijadperestiya li dijî Kurdan
Rapor bi çêkirina stereotîopên ji bo nijadperestiya li dijî Kurdan dadikeve dibêje, Kurd weke
• Nexwende (Cotkarên ji rojhilatê Anatolyayê),
• Nezan û nebikêr (Tu nebî tiştek, tu wê bibî Kurd)
• Hov (Kurd heywan in / Ew ne insan in)
• Şidetparêz (Terorîst)
• Bêdewlet (Bêwelatên bêziman)
tên sêwirandin û tesîra vê di asta sazûmaniya fermî de jî li Kurdan dibe: “Sermeselê, komeleyên Kurdan behsa pirsgirêkan dikin di dema miracaetên ji bo fonan, dibêjin, kesên biryaran didin bi şik û guman li wan dinihêrin. Saziyên dewletê van pêşhukman xurt dikin û, wan weke ´koma gumanbar´ krîmînalîze dikin: Ji ber wê ji sala 1994´an ve daneyên li ser komeleyên Kurdan bi awayekî xweber ji Rêxistina Parastina Destûrê ya Federal [îstixbarata navxweyî ya Elman] û ji Saziya li dijî Sûc a Federal re tên şandin, tevî ku Wezareta Karê Hundir giştenameya ji bo vê lazim jî êdî nikare bibîne [giştename wenda kirine].
FRANKFURT