Xelkê gundê Kewerte yê li bajarokê Çoman ê ser bi parêzgeha Hewlêrê, ji ber xirabûn û nebûna elektrîka pêwîst, bi keda xwe ji avê elektrîka hildiberînin û rojê 24 saetan elektrîka gundê wan heye. Ev bû qederê 20 salan ku xelkê gund, bi keda xwe û bê hevkarî û piştgiriya hikûmetê, bi hîdroelektrîkê, elektrîka 24 saetî ji bo gund dabîn dike. Xelkê gundê Kewerte bi xwe dibêje, heger elektrîka niştîmanî nebe jî pêwîstiya wan pê nîne, ji ber ku 24 saetan elektrîka wan heye.
Aware Hejar derbarê hilberîn û rêvebirina elektrîkê got, di Nîsana 2003’yan de birka elektrîkê ya gund hatiye çêkirin û wiha peyivî: “Dema ku birka elektrîkê hat çêkirin, elektrîka nîştîmanî li gund nebû. Vê yekê pirsgirêkeke mezin ji me re çêkiribû, lewma me li ser navê gundiyan şeş mehan dest bi çêkirina elektrîkê kir û gund ji nû ve ava kir. Bi şêweyê dorveger, her roj malek kontrola elektrîkê dike, co û ava elektrîkê paqij dike û xizmeta birkê dike. Her wiha di dema lêhî û qirêjbûna robar de jî, em bi hev re paqij dikin.”
Hikûmetê alîkarî neda
Aware Hejar da zanîn ku 2 amper elektrîk digihîje her malê û got, “Heger hikûmet di betonkirina coyê de alîkariyê bike, dikarin elektrîkê zêde bikin, lê tevî ku gelek caran me daxwaz kir, alîkarî nekir. Herêma Balekayetî xwedî gelek çavkaniyên avê yên mezin ên cihên guncav e. Hikûmet dikare bi projeyên mezin hîdroelektrîkê çêke, elektrîka Balekayetiyê û pirraniya cihên din jî dabîn bike. Her wiha bi vê yekê zexta li ser elektrîka niştîmanî kêm bike.”