Deh jinên Yemenî, tevî ku gundiyan henekê xwe bi wan dikir, bi wêrekî û eqlê xwe elektrîk birin gundê xwe. Îman Hadî û jinên din ên hevalê wê ku hemû jî burqa li xwe dikin, ev karê hanê birin serî.

Wan 6 dezgehên panelên solar birin gundê xwe, û pê elektrîkê didin bi dehan malên li gund û gelekên li gundên din. Ji vê stasyonê, li Yemenê 3 hene. Ev deh jin bi stasyona xwe ya elektrîka tavî, niha elektrîkê didin 40 malan.

Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê destek dane projeyê.  Niha gundî ji wan razî ne. Ew jî bi serketina xwe serfiraz in.

Niha plana Îman Hadî ew e ku elektrîkê bide 3 hezar 60 malên li herêmê.

NAVENDA NÛÇEYAN