Ehmed Şemal hate bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Tîrmeh 2024 - 00:26

Komeleya Hûnera Netewî ya Kurdistan hunermendê nemir Ehmed Şemal ku sembola hunera kedê ye bi merasîmekê bibîranî. Li Silêmaniyê li Parka Ehmed Şemal ku heman parka peykerê hunermend Ehmed Şemal tê de hatiye danîn, merasîmeke bibîranîna hunermend hat lidarxistin. Hejmarek ji hunermend û xelkê bajêr di merasîmê de amade bûn.

Di destpêka merasîmê de Westa Celîl çendîn stran û awazên Ehmed Şemal pêşkêşî beşdarên merasîmê kir. Ji bo rêzgirtina hunermendê nemir Ehmed Şemal çend mûm ji aliyê beşdaran ve çend mûm hatin pêxistin. Di merasîmê de Serokê Komeleya Hunerî ya Neteweyî ya Kurdistanê Cezay Saz axivî û got:“Ji ber ku hunermend Ehmed Şemal hunermendê xelkê hejar û kedkar bû, me biryar da ku em vê merasîmê li ber peykerê wî lidar bixin, ne li saloneke girtî. Lê mixabin guhdarên Ehmed Şemal wek ku tê xwestin beşdarî vê merasîmê nebûne.”

Endama Komela Hunerî ya Netewî ya Kurdistanê Nermîn Rez jî got:“Pêwîste her dem hunermendên koça dawî kirî bibîr bînin û wan ji bîr nekin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.