Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî bi nexweşiya qansêrê ketiye û niha li Swêdê dê bê dermankirin.

Helbestvan Ehmed Huseynî ev demek dirêj bû li Rojava dijiya Meha borî pê hesiya ku nexweşiyeke pê re derketiye. Ji bo dermankirinê roja meha çûyî, çûye Swêdê. Li wê derê, li nexweşxaneyeke tehlîl hatine kirin û diyar bûye ku qansêr e. Nexweşxaneyê ji bo Huseynî serdema dermankirinê daye dest pê kirin. Dê binêrin ka laşê wî çiqas bersivê dide. Helbestvan Ehmet Huseynî ku li ser xwe ye, diaxive, moralê wî li cih e, lê li aliyek din jî li bendê ye ku nexweşxane dê dermankirineke çawa bide dest pê kirin û encam dê çi be.

NAVENDA NÛÇEYAN