Beriya 73 salan li yek ji kolanên hejar a li navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala zarokek ji dayîk dibe û piştre bi berhem û nivîsên xwe ji bo civakê dibe sembol. Ew Ehlam Mensur bû, di destpêka salên 1970’yan de wek jinek jêhatî û pêşeng dikeve nava cîhana nivîs û wêjeyê.
Beriya 10 salan weke îro, nivîskar û rojnamevan Ehlam Mensur ku yek ji jinên biwêr û li dijî çewisandina jinan bû, li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir û bi yekcarî xatir ji pênûs û berhemên xwe xwest. Lê nivîs, helwest û têkoşîna wê hertim zindî maye û wê bimîne. Wek çîroknivîs, romanivîs, nivîskar û rojnamevanek xizmetê dike. Bi berhemên xwe rastiya jiyanê, civaka Kurdayetî û zilma li jinan dihat kirin raxist ber çavan.
Ji salên 1980’an ve dest bi nivîsandina çîrok û romanên bi zimanê Kurdî kiriye. Yek ji berhema wê bi navê Amereş bû ku qala bûyerên rast ên Xaneqînê dikir. Di sala 1981’an de komek çîrok bi navê ‘Pir’ berhev kir û piştre jî bi nirxtirîn berhema bi navê ‘Elwen’ nivîsî û weşand. Ji bilî nivîsandina çîrok û romana, Ehlam Mensûr wek nivîskarek diyar ji gelek rojnameyan re nivîs dinivîsand û rexne li diyardeyên diziya berpirsan digirt. Her wiha çend helbestek kurt û çîrokên bi zimanê Erebî weşandiye.
Ehlam Mensur di temenê xwe yê 63 salî de di sala 2013’an de li Silêmaniyê koça dawî kir û bi yekcarî xatir ji pênûs û berhemên xwe xwest. Lê nivîs, helwêst û têkoşîna wê hertim zindî maye û wê bimîne.
Kurteyek ji jiyana Ehlam Mensur
-Li sala 1951’an li navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Selahedîn ji dayîk dibe. Temenê xwe yê ciwantiyê li Xaneqînê derbas dike. Di salên dawiya temenê xwe de li Silêmaniyê bi cih dibe û li Silêmaniyê jî koça dawî dike.
– Li sala 1974’an de dîploma beşa zimanê Kurdî li zanîngeha Bexdayê werdigre û li sala 1999’an de li ser kurte çîrokek li heman zanîngehê master werdigre.
-Li sala 1975’an li dezgeha Hawkarî de kar kir û piştre di saziya çandiniyê de kar kiriye. Piştre jî ji kar hate dûrxistin.
– Sala 1986’an de diçe Parîsê û li Zanîngeha Sorbonne dixwîne. Lê ji ber hejartiyê nikare xwendina xwe berdewam bike. Piştî du salan carek din vedigere, bi vegerê re rewşa wê ya tendirûstî û derûnî xira dibe û demek dirêj di jêr çavdêriya bijîşkan de dimîne.
– Piştî raperîna sala 1991’an li Silêmanî bicih dibe û li zanîngeha Silêmanî dibe mamosta. Piştre demek li zanîngeha Koyê jî wane dide.
– Ji dervey karê xwe yê mamostahiyê di rojnameya Hawelatî de kar dikir. Piştre bi damezrandina Kompanya Çetir û derketina rojnameya Çetir re, bi awayek xwebexşane di rojnameya Çetir de dest bi kar dike. Heftane di rojnameya Çetir de quncikek bi navê ‘Xewn û Xwîn’ hebû û nivîsên xwe tê de diweşand.
– Roja 10’ê Çile sala 2013’an piştî têkoşînek demdirêj a li gel nexweşiyê koça dawî kir. Li goristana Xidir Zinde ya li Xaneqînê spartin xakê.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN