Efsaneya Newrozê ji bo zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Adar 2022 - 22:24

  • Kitêbeke zarokan a li ser Newrozê bi awireke ji Kurdistanê, bi Ingilîzî derçû. Peri-Khan Aqrawi-Whitcomb (Perîxan Aqrewî-Whitcomb) nivîskara kitêbê ye.

Kitêbeke zarokan a li ser Newrozê bi awireke ji Kurdistanê, bi Ingilîzî derçû. Peri-Khan Aqrawi-Whitcomb (Perîxan Aqrewî-Whitcomb) nivîskara kitêbê ye. Wê weşana kitêba xwe beriya Newrozê, di dema rast de bi kêfxweşî li ser medya dijîtal parve kir. Navê kitêbê ev e:

"Children of the Sun and Bearers of Light: How Kawa and his friends save the Spring Equinox, Newroz!" (Zarokên rojê û hilgirên rohniyê:

Çawa Kawa û hevalên wî destpêka biharê Newroz xilas kir!). 

Çîrok bi “Hebû nebû, kes ji Xwedê mezintir nebû” dest pê dike, lê wekî din bi Ingilîzî ye. Di destpêka kitêbê de çend malikên Melayê Cizîrî li ser Newrozê jî hatine nivîsandin. Ev du malik bi wergera ber bi Ingilîzî ve ya Alexie Sandrine hatine wergirtin, lê mixabin nivîskarê ji bîr kiriye navê wergêr hilde. 

Perîxanê xwestiye versiyoneke li gorî zarokan a efsaneya Kawayê Hesinkar ji bo zarokên Kurd ên li derveyî Kurdistanê çêke. 

Wê beriya niha jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi sernavê “Holy Dolma and Honey Pie - Of Friendships and Miracles” lihevanîbû ji bo zarokan.

Nivîskar li Elmanyayê hatiye dinê, lê ew dibêje, ew serhatîbêjî û çîrokbêjiya Kurdan dixwaze dewam bike. Axir heger we meraq kir, kitêba wê ya li ser Newrozê ji bo zarokan, li Amazonê tê firotin. 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.