Efrînê tine dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:00

  • SOHR’ê da zanîn ku hêzên ser bi dewleta Tirk vê mehê li Efrînê gelek şûnwarên dîrokî rûxanidine û talan kirine. Ew bi vê talanê dixwazin berhemên dîrokî ji bin erdê derxin û bidizin. Ji lewma jî bi makîneyên giran êrişî şûnwarên dîrokî dikin û heta niha gelek palên dîrokî bi vê armancê bi erdê re kirine yek. 

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên ser bi dewleta Tirk a dagirker li hêrêma Şerayê li gundê Meydankê cih û warên dîrokî rûdixînin. Hêzên ser bi Tirkiyê bi kepçe û dozeran, bi makîneyên giran li ser girê “Duderî” ku weke girekî arkeolojîk tê zanîn û dîrokî ye, erdê dikolin û heta niha gelek berhemên dîrokî hilweşandine û anîne xwarê. SOHR’ê got, ev cih mîrasa Sûriyeyê ye û niha bi destê Tirkan ji holê tê rakirin. Mala çavdêriyê ya SOHR’ê nerazîbûn nîşanî vê talanê da û got, “Ev hêz, mîrateya Sûriyê ya dîrokî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî talan dikin.” 

Bi aweyekî sîstematîk rûdixînin

Girê Duderî ji navçeya Meydankê bi du kîlometroyan dûr e. Navê wê esas bi maneya “Dojeha xwedî du deriyan” e û mîraseke kevn ya Efrînê ye.

Beriya Tirk Efrînê dagir bikin û hêzên xwe li wir bi cih bikin, li ser Girê Duderî xebatên arkeolojîk nehatibûn kirin, lê dîsa jî ew weke cihekî kavil û dîrokî dihate parastin. Li gorî rapora SOHR’ê di nav van sê salên dawiyê de ev girê dîrokî bi awayekî sîstematîk hatiye rûxandin û hêzên girêdayî dewleta Tirk li wir gelek sabotaj kirine. Gelek darên zeytnûnan ku gelekî temen mezin in jî ji kokê rakirine van hêzan û ev dever bi erdê re rast kirine. Her wiha tê gotin ku ev rûxandina bi kepçe û dozeran gihîştiye nêzî bajêr. Ciyê ku rûxandine û rast kirine bi qasî 9 hezar metrekareyî ye.

SOHR’ê got, di 10’ê Çile de ev komên ser bi dewleta Tirk, li ser vî girî li berhem û gencîneyên li bin erdê geriyane û li ber çavên leşkerên Tirk, dixwazin van berhemên dîrokî ji Efrînê derxin û bidizin. Lewma jî ev dizî û talana wan niha jî dewam dike û cih û warên dîrokî yên Efrînê tên tinekirin.  

Bi makîneyên giran êriş dikin
Çavkaniyên SOHR’ê yên ewle, tînin ziman ku hêzên ser bi artêşa Tirk a dagirker, li ser Girê Şêx Ebdurehman jî bi heman armancê li ser kar in. Ev girê dîrokî jî bi qasî 17 kîlometroyan ji Efrînê dûr e. Girekî girîng e ji bo Sûriyeyê. Lê ev hêzên çete yên dagirkeriyê niha li wir jî bi heman awayî, bi kepçe û dozeran li ser kar in û dixwazin berhemên dîrokî talan bikin, bidizin û ji Efrînê derxin. SOHR’ê got, Midûrê Giştî yê Berhemên Şûnwarî yê Berê yê Sûriyê gotiye, beriya hêzên Tirk Efrînê dagir bikin, li ser vî girî xebatên arkeolojîk çênebûne. Hêzên Tirkan li vir bi makîneyên giran vî girî û mîrateya li ser tine dikin û bi qasî 27 hezar metrekareyî dane ber xwe û dîsa li vir jî gelek darên zeytûnan ji kokê rakirine û ji bo armanca xwe ya qirêj talan dikin.

Berjewendiyên qirêj yên aborî

Çavkaniyên SOHR’ê anîne ziman ku li bajarê Cindirêsê, li gundên Eşka û Celema jî heman talan heye. Heta çavkaniyan bi çavê xwe dîtiye ku warê arkeolojîk yê bi navê “Til Eqreb” jî hatiye rûxandin. Ev cihwar jî ji hêla Midûriyeta Giştî yê Berhemên Kevnar a Sûriye ve hatiye tescîlkirin. Lê mixabin ev cihwarê dîrokî û kevnar jî ji bo berjewendiyên qirêj yên aborî yên van hêzan hatiye talankirin û dixwazin vê mîrasa dîrokî ji holê rakin.

SOHR vê talana hêzên Tirk wek sabotaj bi nav dike û dibêje, li vî şûnwarê dîrokî jî bi qasî 18 hezar metrekare cih hatiye rûxandin.

Çavkaniyên SOHR’ê dibêjin, makîneyên giran li ser Girê Akropolîs jî bi heman niyetê kar dikin û hema bêje gir hemû rûxandine. Tevî vî girî wan girên arkelojîk yên bi navê Til Xela, Girê Eyndara û Girê Xirabê Elûş jî talan kiriye û bi erdê re rast kirine. Ev talana wan jî dîsa ji bo berhemên dîrokî ye. Dixwazin berhemên dîrokî û gencîneyên ji bin erdê talan bikin û lewma jî ev mehek e bi mekîneyên giran erdê dikolin.

Dewleta Tirk bi van kirinan di heman demê de nasnameya deverê tine dike û dixwaze dagirkeriya xwe mayînde bike. 

Efrînê tine dikin

Piştî ku dewleta Tirk sala 2018’an bi artêş û çeteyên xwe axa Efrînê dagir kir, gelek cihên dîrokî bomberan kiribû. Yek ji van cihên dîrokî jî Girê Eyndarê bû. Gelek deverên dîrokî yên weke “Eyndarê” talan kirin û berhemên dîrokî dizîn. Şêrên bi kevirên bazalt ên li Eyndarê jî dizîn û birin cihekî din veşartin. Niha jî kes nizane çi bi serê wan hatiye û li ku ne. 
Ofîsa Berhemên Dîrokî ya Kantona Efrînê jî berê dabû zanîn ku piştî dewleta Tirk Efrînê dagir kir, heta niha 130 girên dîrokî û cihên kevnare yên ku mîrasa axa Efrînê ne, rûxandine û talan kirine. Di nav wan cihan de Eyndarê, Girê Erendê û Şêx Hemîda ya gundê Qestel Cindo jî hene.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.