Efrîn kirine dojeh

Şemî 16 Cotmeh 2021 - 01:46

  • Dewleta Tirk a dagirker di du mehan de li Efrînê 5 welatî qetil kirin û 301 jî revandin. Ji bo xanî û milkên wan desteser bike jî herî kêm du welatiyên Kurd ên Efrînê birîndar kirin. Dewleta Tirk heta niha herî kêm 220 ton zeyta Efrîniyan jî diziye.

FÎRAS ÎBRAHÎM / ANHA / ŞEHBA 

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo sûcên nû yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî yên di du mehên dawî de eşkere kirin. 

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve, yanî ji Adara 2018`an ve artêşa Tirk û çeteyên wê heta roja îro, sûcên li dijî niştecihên resen didomin û roj bi roj zêdetir dibin. Li gorî bîlançoya wî ev sûc dîsa dikevin kategoriyên sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer. Lê li hember vê yekê jî rêxistinên hiqûqî û navneteweyî bêdeng in.

301 welatî revandin 5 qetil kirin

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku di Tebax û Îlonê de wan revandina 291 welatiyan belge kiriye û 25 ji wan jin bûne. Wan wekî din belge kiriye ku 5 welatî hatine qetilkirin.

Komên çete ji 13`ê Cotmehê ve 10 sivîl ji gundê Memelo yê navçeya Raco revandin. Bi vê yekê û heta niha hejmara kesên hatine revandin bûye 301.

Îbrahîm Şêxo behsa wan sûcan jî kir ku duşema bihurî hatine kirin. Wî got, serçeteyê koma “Cebha Şamiyê” gule li welatiya bi navê Leyla Ehmed Omer reşandin û ew birîndar kir. Leyla Omer ji xelkê gundê Kefer Şîlê yê ser bi navenda Efrînê ye, êrişkarê dagirker her wiha hevjînê wê jî birîndar kir.

Şêxo got, Leyla û hevjînê xwe mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ku wî serçeteyî desteser kiribû, xwestine, çeteyan gule li wan reşandine.

Serçeteyê koma navbirî Leyla bi xebata bi saziyên Rêveberiya Xweser re tawanbar kir da ku mala wê radestî wê nekin.

50 hezar darên din dizîn

Îbrahîm Şêxo got, dewleta Tirk û çeteyên wê di çend rojên dawî de 50 hezar darên zeytûnan ên xelkê Efrînê jî desteser kirine.

Şêxo her wiha da zanîn ku beriya dagirkerinê, li Efrînê 18 milyon darên zeytûnan hebûn, lê ji destpêkirina dagirkirina bajêr ve artêşa Tirk û çeteyên wê nêzî 400 hezar dar birrîne, zêdetirî 17 hezar darên temenê wan bi salan hatine şewitandin û zêdetirî 20 hezar daran jî ji kokê ve hatine rakirin.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku dar bi hinceta vekirina rêyên sereke têne qutkirin û piştrast kir ku armanca wan a sereke ew e ku xwezaya Efrînê tine bikin û êzingên daran bifroşin.

220 hezar ton zeyt dizîn

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku piştî bajarê Efrînê di 2018`an de hate dagirkirin, dewleta Tirk û çeteyên wê 70 hezar ton zeyta zeytûnan dizîn û weke berhemeke Tirkiyê firot Spanyayê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo wiha dawî li axaftina xwe anî: „Sala 2019`an de dewleta Tirk nêzî 50 hezar ton zeyta Efrînê dizî, sala 2020`an jî nêzî 100 hezar ton zeyt dizî û weke berhemeke Tirkiyê firot Emerîkayê. Têkildarî mijarê nîqaş di odeya çandiniyê ya wîlayeta Hatayê ya Tirkiyê hate kirin û di encama wê de şandeyek ber bi Emerîkayê ve hate şandin da ku peymanekê derbarê derxsitina zeytê ji Emerîkayê re pêk bîne.” 

Axir bi giştî ev dike 220 ton zeyt ku dewleta Tirk yekser diziye.

Mihemed Ebdo jî revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundên navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî, doh welatiyekî din revand. 

Çavkaniyên ji kantonê dan zanîn ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker Mihemed Ebdo li gundekî navçeya Raco ya Efrînê revandiye û ber bi cihekî nediyar ve biriye.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 13’ê Cotmehê de welatiyek ji gundê Mîskê yê navçeya Raco revandibû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.