Efrîn dewleta Tirk dadgeh dike

Çarşem 11 Gulan 2022 - 22:12

  • Mustefa Qelecî: Tirkiyeyê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir û heta niha sûcên dewleta Tirk li van deveran didomin. Divê ev kirinên dewleta Tirk di dadgehên navneteweyî de bên dadgehkirin. Divê dinya zanibe ku bi van kirinan re li herêmên dagirkirî demografî diguhere.

Beşdarên komxebata Efrînê dibêjin, Tirkiye bi vegerandina koçber û penaberên ji Sûriyeyê dîsa hewl dide demografiya Efrînê biguherîne, Ew vê daxwazê jî ji ber  sûcên wê dikin: “Divê Tirkiye li dadgehên navneteweyî were dadgehkirin.”

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, li Kampa Berxwedana  Şehbayê ya li navçeya Fafînê ji bo êriş û sûcên mirovî yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dikin, bigihînin cîhanê, komxebatek li dar xistibû. Bi beşdarbûna 105 kesayetên hiqûqî, siyasî ji hundirê Sûriyê û derveyî wê konferans bi rê ve çû. Komxebat ji sê beşan pêk hat. Beşa dîrokî, beşa binpêkirinên mafan li Efrînê û beşa li ser çareserî û bidawîkirina dagirkeriyê li Efrînê. Di dawiya komxebatê de encamnameya wê hat weşandin û hatxwestin ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên li dijî xelkê Rojava û xelkê Sûrî were dadgehkirin.

Piştî qedandina komxebatê, beşdarên komxebatê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivîn. 

Projeya qirkirina Kurdan dewam dike

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Efrînê, Cibraîl Musfeta qala girîngiya komxebatê kir û got, “Ji partiyên cihê jî gelek kes tevlî komxebatê bûn. Ev jî rewşeke erênî ye. Di heman demê de tê zanîn ku 4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin û her roj êriş û sûcên li Efrînê zêde dibin. Heta niha jî hêzên navdewletî li hemberî van êriş û zextên li Efrînê bêdeng in. Tirkiyeyê di vê demê de 18 cih dane avakirin û dixwaze malbatan li vir bi cih bike. Herî dawîn Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan diyar kiribû, ew ê milyonek koçberên Sûriyeyê vegerînin û wê van koçberan li herêmên wekî Îdlîb, Ezaz û Babê bi cih bike, lê di axaftina xwe de qala Efrînê nekir. Lê di rastiyê de wê hemûyan li Efrînê bi cih bike. Ji ber ku Tirkiye ji dîrokê heta niha her tim rewşên navdewletî li gorî xwe bi kar tîne. Di vê demê de her kes bi şerê Rûsya û Ûkraynayê mijûl e, Erdogan jî dixwaze li wir projeya xwe pêk bîne.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê û Endamê Şandeya Cenevreyê Mustefa Qelecî jî li ser girîngiya komxebatê got, “Çawa ku Tirkiye dagirker e, hevkarên wê jî li Astanayê hene. Di wan civînên Astanayê de yek ji biryarên wê civînê yekîtiya xaka Sûriyê bû, lê dema ku yekîtiya xaka Sûriyeyê çêbibe, Tirkiye jî dibe yek ji endamên civîna Astanayê û xaka Sûriyeyê dagir dike. Divê dagirkirina Efrînê baş were fêmkirin, heke civaka navneteweyî destûr nedabûya Tirkiyeyê, Tirkiye û hevkarên wê, dê nikaribûna xaka Sûriyeyê dagir bikin. A niha gelên li Efrînê li Şehbayê di kampan de dijîn.”

Sûcên dewleta Tirk timî dewam dikin

Endamê Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hisên Ezam jî got, “Di vê komxebatê de me dît ku divê kirinên Tirkiyeyê bên teşhîrkirin. Tirkiyeyê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir û heta niha ev kirinên dewleta Tirk didomin. Divê ev kirinên dewleta Tirk di dadgehên navneteweyî de bên dadgehkirin. Divê dinya zanibe ku bi van kirinan re li herêmên dagirkirî demografî diguhere.”

Xalên sereke yên encamnameyê

Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî bi dirûşmeya "Efrîn di navbera dagirkerî û bejewendiyên navneteweyî de" bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. 

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Heyhan Elî û endama KPC-D a kantona Efrînê Rûken Hisên encamnameya komxebatê xwend.

Di encamnameyê de xalên sereke yên derdikevin pêş ev in: "

- Destwerdana leşkerî ya li xaka Sûriyê, bila weke sûcekî li dijî serweriya dewleta Sûriyê bê dîtin. Ji ber dewleta Tirk xwe ne spartiya biryara navneteweyî yan jî biryara niştîmanî ya Sûrî ku destwerdana wê erê dike û ev jî binpêkirineke berçav a pîvanên Peymana NY`yê û pîvanên hiqûqa navneteweyî ya insanî ye.

- Bila bang li hikûmeta Sûriyê were kirin ku peymana Edene ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de fesix bike. Ji ber ku dewleta bi Tirk keysbaziyê dike, û destwerdana li xaka Sûriyê, berfirehkirina projeya dagirkeriyê bi hinceta parastina ewlehiya neteweyê, rewa dike.

- Divê projeyên avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî nexasim li Efrînê ku dewleta Tirk bi rêya komeleyên mirovî (Qeterî, Kuwêtî û Filistînî) destekê dide wan û dixwaze bi rêya wan guhertina demografî bi hinceta bicihkirina penaberên Sûriyê, pêk bîne, werin sekinandin.

- Xebat ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê û misogerkirina vegera koçberan li warên wan, bi sponsoriya navneteweyî were kirin.

- Peywendî bi karmendên rêxistinên navneteweyî yên mirovî, akademisyen, lêkolîner û çalakvanan re bê kirin ku dosyayekê der barê binpêkirinên li Efrînê de amade bikin û bidin dadgehên navneteweyî yên li Ewrûpayê û peywendî bi xizmên qurbaniyan re li Ewrûpa û Emerîkayê bê danîn.

Roja cîhanê ya qirkirina Efrînê

- Peywendî bi dezgehên ragihandinê yên cîhanê re bê kirin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bên eşkerekirin.

- Hikûmeta Tirkiyê li gorî belge û raporên rêxistinên navneteweyî, zagonî, aliyên fermî û ne hikûmî ku dibêjin, dewleta Tirk destekê dide tevgerên terorîst ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî.

- 18'ê Adarê weke roja cîhanê ya qirkirina li Efrînê bê naskirin û dewleta Tirk a dagirker weke dewleteke dagirker bê binavkirin.

EFRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.