Hunermend Ednan Dilbirîn di salvegera 23`yan a koça xwe ya dawî de li bajarê Qamişlo hat bibîranin.
Hunermend Ednan Dibirîn di sala 1956'an de li gundê Dîrswanê yê navçeya Şera ya herêma Efrînê ji dayik bûye û sala 1999`an koça dawî kiribû.
Kombenda Efrîn a Civakî merasîma bibîranînê li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya Qamişloyê li dar xist.
Bi dehan welatiyên Qamişloyê, koçberên ji Efrînê û endamên kombendê beşdarî merasîma bibîranînê bûn.
Endamê Kombenda Efrîn a Civakî Şerîf Mihemed li ser hunermend Ednan Dilbirîn got, “Strana wî ya yekem `Ez keçika Mîdiya me` behsa jina Kurd dike. Stranên Ednan Dilbirîn li ser asta Kurdistanê belav bûn. Gelek stranên wî yên din hebûn ku li ser evîn newroz û welêt bûn.”
Şerîf Mihemed destnîşan kir ku nemir Ednan Dilbirîn di strana xwe ya “wer bibîne gundê me” de behsa gund û xweşbûna gundê xwe dike.
Li ser jiyana hunermendê nemir Ednan Dilbirîn sinevizyonek jî hat nîşandan. Piştre koma Çiyayê Kurmênc stran gotin.
ANHA/QAMIŞLO