‘Edebiyata Berxwedanê’ êdî bi Kurdî ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 20 Adar 2025 - 00:48

Pirtûka Barbara Harlow “Edebiyata Berxwedanê” di sala 1987’an de tê weşadin û niha êdî bi kurdî ye. Pirtûka ku ji aliyê Umran Aran û Yusiv Hemedî ve bo Kurdî hatiye wergerandin ji aliyê Weşanên Pall ve hatiye çapkirin.
Pirtûka Harlow wekî yek ji berhemên avakar ên xebatên edebiyata postkolonyal tê qebûlkirin. 

Pirtûk bi mijarên wekî helbest, vegêran, bîranînên girtîgehê hatiye sazkirin lê tê de mijarên tematîk û şert û mercên dîrokî yên li ser hin welatan derxistine pêş; Ew li ser stratejiyên çandî û siyasî yên têkoşînên berxwedanê yên cihêreng ku di nav wan de Filistîn, Nîkaragûa û Afrîkaya Başûr hene.

Barbara Harlow kî ye? 
Harlow di sala 1948’an de hatiye dinê û roja 28'ê rêbendana 2017'an miriye. Wê di sala 1977’an de doktoraya xwe li ser Marcel Proust saz kiriye. Pirtûka wê “Edebiyata Berxwedanê” di heman demê de pirtûka wê ya yekem e ku di sala 1987’an de derketiye. Piştî vê, zêdetir bala xwe da ye nivîskar û edebiyatên tevgerên rizgariya neteweyî û têkoşînên berxwedanê yên li Afrîka, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn. 
Wê di xebata xwe ya nivîsê de gelek li ser ya nivîskarên şoreşger ên hatine kuştin sekiniye.
Hin pirtûkên din ên ku wê nivîsîne û edîtoriya wan kirine:
- Imperialism and Orientalism: a documentary sourcebook (Emperyalîzm û Oryantalîzm: Çavkaniyeke Belgeyî)
- Barred: Women, Writing and Political Detention (Qedexekirî: Jin, Nivisîn û Girtina Siyasî)
- Archives of Empire (Arşîvên Împeratoriyê)
- After Lives: legacies of revolutionary writing (Jiyana Piştî Mirinê: Mîrateyên Nivîsarên Şoreşger).

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.