Festîvala Filmên Kurdî a New Yorkê îsal ji ber tevdîrên pandemiyê online bi rê ve çû. Di navbera 13 û 15´ê Mijdarê de bi dehan film û kurtefilm hatin nîşandan. Organîzatoran bilêt bi 10 dolaran firotin û dahata ji nîşandana filman bi temamî dan Heyva Sor a Kurdistanê. Piştî bi dawîbûna festîvalê, organîzatoran da zanîn ku ji bo 22´yê Mijdarê saet 8´ê êvarê û 23´yê Mijdarê saet 4´ê sibehê jî ew bilêtan difiroşin û dixwazin bi dahata wê alîkariya hewceyên li Rojava bikin.
Bilêt li ser vê navnîşanê tên firotin:
https://www.eventbrite.com/e/nykfcf-iv-online-edition-tickets-129235022431
NAVENDA NÛÇEYAN