Du jin du dengbêj du meşvan!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 00:27

ZELAL TUNÇ / JINNEWS / WAN

DEM Partî li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi tevlîbûna gelek aliyên cuda Meşa ' Ji îradeyê re rêzgirtin'  pêk anî. Meşê 6 rojan berdewam kir û di eniya herî pêş de jî jinan cih girt. Siphiye Bayat û Meryem Guler ku bi kilamên xwe ji bo meşê bûn çavkaniya moral û motîvasyonê, ev ne çalakiya wan yekê bû. Suphiye û Meryem 15 sal berê hev nas dikin. Her du jinan têkoşîna xwe vegotin. Siphiye Bayat li gundê Ekendî ya Dihê ya Sêrtê tê dinê. Siphiye diyar dike ku di 1988’an de ji ber aboriyê tên navenda Sêrtê û got:“Beşek malbatê li gund ma. Di 1993’an de gund şewitî û em bi malbatî koçberî Edeneyê bûn. Ez çîroka xwe bêjim roj têr nakin. Me di 1988’an de çavê xwe bi têkoşîna azadiya Kurd vekir. Me mafên xwe nizanibûn, me nizanibû em kî ne. Di encama têkoşîna hebûna Kurdan de me jinan gotina xwe got. Jinan bi qasî mêran kar dikir. Lê nikaribûn yek gotinek bigotana. Jinan ji gelek çalakiyan re pêşengî kir. Jin bixwaze dikare her tiştî bike. Di salên 90’î de ez hîna zarok bûm. Wê demê mala ku cenaze neçûyê neman. Lê me mafên xwe nizanibûn.  Em koçberî Sêrtê bûn. Her tim bi ser mala me de dihta girtin. Digotin hûn terorîst in. Av nedidan me. Me ava xwe ji mizgeftan dianî. Di 94’an de em koçberî Edeneyê bûn. Xwesiya min gazî îfadeyê kirin. Xwesuya min çû 13 rojan di bin çavan de ma. Sedema wê jî ji ber nîşana serkeftinê kiriye. Xwesiya min her tim tevli çalakiyan dibû. Piştî rehmet kir min ev peywir dewr girt.”

Eleqeya mezin 

Siphiyeyê daxuyakirin ku bi Meryem Guler ku 15 sal berê hev nas kirine re tevli meşê bûne û got:“Li vî welatî Elewî, Kurd, Tirk, Ermenî, Azerî, Çerkez û gelek gel dimînin. Gelek nasname hene. Ev ax têrî me hemûyan dike. Me navê aştiyê û edeletê da vê meşê. Hilbijartin pêk hatin. Me hevşaredarê xwe hilbijart. Colemêrgê hevşaredarê xwe hilbijart. Madem sûcê vî kesî hebû bila YSK’ê qebûl nekira. Gelê Colemêrgê dikare xwe bi rêve bibe. Mafê wan tune qeyûman bişînin ku gel bi rêve bibin.”

Siphiye diyar dike ku komeleya wan ya dengbêjiyê ji aliyê dewletê ve hatiye girtin û Siphiye di meşê de bi dengê xwe eleqeyek mezin dît. Siphiyeyê der barê dengbêjiya xwe de jî got:“Dema ciwan bûm min li dawetan  strand digotin. 2007’an de li Edenê Mala Dengbêjan hat vekirin. Em jî çûn komeleyê. Lê komele bi KHK’ê hat girtin. Qeyûm tayîn kirin. Dengbêjî çanda me ye û em stranên xwe dibêjin.”

Ji bo têkoşînê meşiyan 

Hevala Siphiyeyê, Meryem Guler jî ji Ceyhana Edenê li gel Siphiyê tevli meşê bûye. Meryem ji gundê Hîrarîş ê Dihê ye. 15 salî bû gundê wan tê valakirin. Meryem ku di temenê biçûk de jî tê zewicandin wiha dibêje:“Em ewil çûn Cizîrê. Piştre em çûn Edeneyê. Em bi malbatî di têkoşîna Kurd de aktîf xebitîn. Ez îro di meşê de cih digirim. Lingên min diêşin. Lê em vê êşê hîs nakin. Em dildar tevli meşê bûn.  Em li dijî zilmê di rê de ne. Di rojeva hemû cîhanê de qeyûm heheye. Ev bû destkeftiya têkoşîna gelê Kurd. Min Siphiye di têkoşînê de nas kir. Ev 15 sal e em heval in. Ez bang li gelê Kurd dikim. Bila hêza xwe bikin yek. Ji bilî vê rê tune ye. Ez bang li her kesî dikim ku tevli têkoşînê bibin. Em qeyûman qebûl nakin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.