Du caran jin dibine qurbanî

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:31

Di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de derbarê rewşa rojnamegerên jin, herwiha rola çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê di ragihandina mijarên têkildarî jinan de, Dekana Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Pavê Cemîl  axivî. Dr. Pave Cemîl da zanîn ku pirsgirêka jinê gerdûnî ye û li her derê bi gelek astengî û lihevnekirinek heye, li Herêma Kurdistanê jî li gorî îstatîstîk û lêkolînên berdest rewşa jinan her diçe aloztir û xirabtir dibe. Dr. Pavê bal bire ser qadên xebat û azadiya kar ji bo jinan got; “Mixabin tiştên ku niha diqewimin ne li gorî hêvî û daxwazên me ne. Piraniya saziyên çapemeniyê ji aliyê mêran ve têne birêvebirin. Ger em behsa zimanê medyayê bikin, bi giştî zimanê tundûtijiyê ye, bi taybetî jî li ser torên civakî. Di mijarên têkildarî jinan de zimanê çapemeniyê deh qat tundtir e, bi taybetî jî dema ku mijarên tundiya li ser jinan tên vegotin. Ji ber cudabûna zayendî, jinên ku bûne mexdûrên hin saziyên çapemeniyê dîsa wan dikin mexdûr, dikin qurbanên şerîetê, kuştin û tundûtijiya wan tê teşwîqkirin û tê rewakirin. Di saziyên çapemeniyê de, jin bi awayekî qels, lewaz û nerênî tên nîşandan. Lê herkes vê rastiya ku jin di dîrokê de, di hemû serdem û şoreşan de, çiqas bandor û rolên wan hebû û barê herî mezin li ser milê jinan bûye, baş dizane. Em weke navendeke akademîk, bi hemû hêza xwe ji bo bidawîkirina zimanê tundiyê yê medyayê dixebitin. Lê di heman demê de çalakiyeke kolektîf e ku divê hemû beşên civakê bi hev re hewl bidin ku ji holê rakin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.