Artêşa Tirk gund dorpêç kirine
Sêşem 5 Tebax 2025 - 03:00
Artêşa Tirk a dagirker gundên bajarokê Batifa ya ser bi Dihokê xistiye dorpêçê û rê nade xelk biçe ser gundên xwe. Welatî dibêjin:“Em azadiyê dixwazin û dixwazin bi aştiyane bijîn, lê artêşa Tirk rê nade em biçin ser gundên xwe.”
Tevî bi salane dewleta Tirk a dagirker bi hêceta PKK’ê êrişî Başûrê Kurdistanê dike, lê bi destpêkirina pêvajoya dîrokî ya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk re jî, dewleta Tirk dawî li êrişên xwe ne aniye. Tevî gerîlayan çekên xwe şewitandin û niyeta xwe ya baş a ji bo aştiyê nîşandan jî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker di rojên dawî de li herêma Behdînanê dagirkeriyek nû daye destpêkirin û rê nade xelk biçe ser gundên xwe. Derbarê mijarê de welatiyê bi navê Zehredîn Ebdulkerîm ku li gundê Dêmka ya ser bi Bêgova ya ser bi bajarokê Batîfa xwedî zeviye, derbarê mijarê de dibêje:“Ev du rojin artêşa Tirk daketiya nav herêmê û gundên me dorpêçkiriye. Artêşa Tirk ji gundên me heya gundên Şîlanî û Keşanê dorpêçkirine.” Zehredîn da zanîn ku artêşa Tirk nahêle kes biçe ser gundên xwe û got:“Em bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku çareseriyek ji vê rewşê re bibîne, ji ber ku em aştiyê dixwazin û dixwazîn di aramiyê de jiyan bikin. Peyama me zelale, em dixwazin aştî vegere nava gundên me û em vegerin ser jiyana xwe ya asayî. Em azadiyê dixwazin û naxwazin êdî jiyana me dibin gef û metirsiyê de derbaz bibe.”
ROJNEWS/DOHUK