Desthilat metirsiya herî mezin e
Sêşem 19 Tebax 2025 - 03:25
Nêzîkî 10 mehin hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin, lê heta niha herdu partiyên desthilat PDK û YNK li ser avakirina hikûmeta nû li hev nekirine. Vê yekê bandorek mezin li welatiyan kiriye û rê li ber zêdebûna fikaran vekirye. Têkildarî vê rewşê çalakvanên Helebce û Seyîdsadiq ji Rojnewsê re axivîn. Çalakvanê Helebceyî Bextiyar Bekir axivî û destnîşan kir ku aliyên desthilat PDK û YNK her demê li ser berjewendiyên xwe li hevkirine û got:“Tenê berjewendiyên xwe yên partî û hîzbî difikirin. Berjewendiyên herdu aliyan têkilî bi berjewendiyên herêmî û navneteweyî re heye. Destê Tirkiye, Îran, aliyên Sune yên Iraq û welatên Kendavê bi pêkanîna hikûmetê re heye. Ev yek jî li gorî berjewendiyên xwe dikin. Hemû dahata Herêmê li ser du malbat parvekirine. Diviyabû gel vê rewşa heyî qebûl nekira. Metirsiya herî mezin ya li ser serwerî û destkeftiyên Herêmê, neavakirina hikûmetê, PDK û YNK bi xwe ye.” Çalakvanê Seyîdsadiq Eta Kerîm rexne li sîstema hikûmetê kir û got:“Em li welateke welê dijîn ku sazûmanî li gorî sîstemê nayê kirin. Li gorî yasayê kar nayê kirin. Bi ti awayî guh li avanî û parlementoyê nayê girtin. Nêzîkî salek li ser hilbijartina Parlementoyê re derbas bûye, lê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Mîna ku welat di nava şer de be. Li gorî yasayî mafê desthilatê nîne ku Herêmê bi rê ve bibe. Niha gel di reweşeke xeter de ye. Ya balkêş rayedarên li vê herêmê ne rêkûpêkin. Ew dixwazin temenê desthilata xwe bi vî rengî bidomînin. Divê di demek kin de çareserî ji vê re bêdîtin. Hikûmeta Bexda jî dizane ku aliyên Herêmê di nava xwe de lewazin, ji bo vê zêdetir bi ser ve tên û wan lewaztir dikin.”
ROJNEWS