Du bendav hene lê av tine ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 26 Sibat 2024 - 00:20

Ji bilî xirabiya rê û rêbarên wê, qirêjiya ava vexwarinê ya Derbendîxanê jî yek ji pirsgirêkên din ên sereke yên navçeyê ye. Xelkê navçeyê diyar dikin ji ber qirêjiya ava vexwarinê ya bajêr gelek kes bi nexweşiyên demdirêj ketine û nizanin çibikin. Hikûmet jî hertim soza çareserkirina pirsgirêkê dide, lê neh kabîneyên hikûmetê hatine guhertin, pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Bêstun Teha di derbarê mijarê de got:“Ava Derbendîxanê gelek qirêj e. Bi dehan kes ji ber qirêjiya avê bi nexweşiya penceşêrê ketine.” Mihemed Osman jî got:“Sê roj carek av ji bo me diberdin, ew jî bi kêrî vexwarin, şûştin û vexwarinê nayê.” Mihemed Osman diyarkir gelek madeyên xirab di nava wê avê de hene û got: “Xelk ji neçarî avê ji kaniyan û cihên din ji bo vexwarinê tînin.”

Qeymeqamê navçeyê Silêman Mihemed jî got:“Sozên ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya Derbendîxan berdewame. Komîsyonek taybet ji Silêmaniyê serdana me kiriye ji bo çareserkirina pirsgirêkê.” Silêman Mihemed diyarkir ku Qubad Talebanî diyarkiriye ew ê 10 milyon dolar ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya bajêr veqetînin. Silêman Mihemed diyarkir ku ava Derbendîxanê ji bo vexwarinê bi kêr nayê û ji bo peydakirina ava paqij xelk rojane bi km’yan diçin li derveyî bajêr tînin û got:“Ez û gelek kesên din ji bo peydakirina avê me filter daniye û em wisa ava paqij peyda dikin.”

ROJNEWS/DERBENDÎXAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.