• Mamoste Abdulkadir Ulumaskan got, “Zimanê dayîkê man û nemana me ye” û wiha bang li siyaset, sazî û malbatên Kurdan kir: “Em li zimanê xwe xwedî derkevin”

MURAT MANG

 

Mafê zimanê dayikê, di hiqûqa navneteweyî mafekî sereke ye. Ev jî bi wê yekê bûye ku ew hem exlaqî û hem jî insanî wisa hatiye dîtin. Lê belê nexasim dewletên zirhêz, ev maf li gelek miletan heram kiriye. Ji bo Kurdan jî rewş li Tirkiyeyê ew e ku zilmeke mezin li ji ber zimanê wan li wan hatkirin û êûşkenceyeke misêwa heye. Li Elmanyayê li Eyaletên Bremen, NRW, Niedersachsen, Berlin, Rheinland-Pfalzê derfet hene ku li dibistanan dersên kurdî bên dayîn. Lê bikaranîna vî mafê hanê, kêm diyar e. Li ser mijarê em bi serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) Abdulkadir Ulumaskan re axivîn. YMK ev 27 sal in li Elmanyayê saziya mamosteyên Kurdî ye. Me li ser rewşa perwerdeya Kurdî ya li Elmanyayê, pirskirêken mamosteyan, rewşa materyalên zimanê Kurdî û li ser şagirtan axivîn. Ji bo çareseriyê mamoste Abdulkadir Ulumaskan got, “divê em ji zimanê xwe hez bikin”

Li kîjan eyalet û bajaran dersên zimanê Kurdî hene?

Li 5 eyaletên Elmanya dersên zimanê dayikê yên Kurdî tên dayîn. Ev jî NRW, Bremen, Niedersachsen, Rheinland-Pfalz û Berlîn in. Wek bajar li Hannover, Bremen, Herne, Mainz, Berlîn, Dortmund, Koln, Leverkusen, Oberhausen, Duisburg, Bielefeld, Herford, Bochum, Senden, Wuppertal, Essen, Wesel, Hamm û hin bajarên din dersên Kurdî li dibistanan tên dayin.

Bi giştî li çend dibistanan ders tên dayîn? Çend şagirt hene? Çend zarok ji ber sedemê tinebûna mamosteyan nikarin tev li dersan bibin?

Bi giştî li her pênc eyaletên Elmanya nêzî 3 hezar zarok û ciwan ji pola 1´ê heta ya 10´an diçin dersên Kurdî (Kurmancî, Soranî û Kirmackî). Bi giştî li derdora 50 dibistanan dersên zimanê Kurdî hene û 28 mamoste bi fermî kar dikin. Pirranî bi Kurmacî ye. Bêtir dersên Kurdî li eyaleta NRW´yê hene. Vê gavê li NRW´yê 14 mamoste kar dikin û hejmara xwendekaran ya zêde jî li vê eyaletê ye.

Li dibistanên ku ders li wan tê dayîn, çi pirsgirêk hene? Li gorî we pirsgirêk wê çawa bên çareserkirin?

Li dibistanan hinek pirsgirêk hene. Lê pirsgirêka herî zêde bandorê li dersên zimanê dayikê dike, dema dersan e. Bi pirranî dersên zimanê dayikê piştî nîvrojê tên dayin. Ji ber vê jî malbatên me jixwe zêde bi dil in û xema wan ya zimanê Kurdî ne pirr zêde ye. Ji ber vê piştî nîvrojê zarokên xwe naînin yan jî naşînin dersan. Rast e, piştî nîvrojê ji bo zarokan û bi taybetî jî zarokên biçûk, birin û anîn ji bo malbatan hinekî zahmet e. Lê ji bo dersên zimanê dayikê yên din jî rewş weha ye. Lê malbatên me dibêjin, em nikarin. Dema mirov daxwaza tevlîbûna zarokên wan ji hinek malbatan dike, dîsa dibêjin, “Zarok naxwazin an zarok dizanin.” Lê daxwaz û biryar ne ya zarokan e, ya dê û bavan e. Ev sosret tenê li cem me Kurdan heye, dê û bavên tu zarokên gelên din yên zarokên xwe dişînin dersên zimanê xwe, ecêbek bi vî rengî nayê dîtin û her kes zimanê xwe bi zarokên xwe dide hezkirin û wan têdigihînin ku divê biçin dersa zimanê xwe.

Di tevlîbûna zarokan a dersên Kurdî gelo kêm yan zêde bûye van salên dawiyê?

Na, li gorî salên berê kêm nebûye, lê zêdebûneke berbiçav jî tineye.
Li gorî hejmara Kurdan, tevlîbûna dersên zimanê Kurdî pirr kêm e. Gelek sedemên vê hene. Bi ya min sedêmê sereke; hişmendiya me ya neteweyê ye. Em ziman wek hîmekî netewebûnê nabînin. Bandora asîmlasyon û xweasîmlasyonê, ji zimanê xwe heznekirin, kêm dîtin yan jêtirsîn heye. Di siberojê de di zimanê xwe de kar, kêr û berjewendiyek nedîtin û gelek sedem û têgihştinên din yên çewt hene. Ji bo zêdebûna tevlîbûna dersan, divê saziyên taybet ji bo xebat û pirsgirêkên malbatan ên ziman û perwerdeyê bên avakirin yan zêdekirin. Derheqê girîngiya ziman de malbat baş bên agahdarkirin û malbat bi xwe li zimanê xwe xwedî derên. Wekî din ti dermanekî din tineye.

Ji bo peydakirina mamosteyan, rewş çi ye, meseleyên burokratîk gelo hene? Çawa dikarin bên çareserkirin?

Ji tinebûna mamosteyan zêdetir, pirsgirêka tinebûna xwendekaran heye. Hinekî kêm be jî mamaosteyên Kurdî hene.
Îsal bi hevkariya komela me du kursên mamosteyan hatin çêkirin û zêdeyî 50 kesî tev li van kursan bûn û sertîfikayên mamostetiya Kurdî wergirtin. Dema malbat zarokên xwe qeyd bikin, wê mamoste jî bên peydakirin. Heger daxwaza dersên zimanê Kurdî zêde bibe, malbat û saziyên malbatan bi biryar bin, heger mamoste kêm bin jî, dewlet wê bi xwe têkevin nava hewldana amadekirina mamosteyan. Lê daxwaz kêm û lawaz be, ew jî guh nadinê.

Gelo materyalên dersa zimanê Kurdî têra dersan dikin?

Li gorî berê, materyal hinekî zêdetir bûne. Heta niha wek komeleya mamosteyên Kurd, me 25-26 pirtûk amade û çap kirine. Dîsa, mirov dikare bibêje, ji aliyê naverok, metodên pedagojîk û kalîteyê de jî materyal ji berê baştir in. Ev bû 27 sal komela mamosteyên Kurdî heye û hevalên me bi salan e di nava xebatên perwerdeya zimanê Kurdî de têra xwe bûnê xwedî ezmûn. Lê her diçe di perwerdeyê de cihê materyalên bihîstyar û dîtbarî bêtir dibe. Ji bo ku dersên Kurdî balkêştir bibin, divê tevî materyalên dijîtal gelek materyalên alîkar jî wek lîstik, çîrok, ferheng û wekî din hebin. Dîsa hewcedarî bi materyalên duzimanî jî heye. Di van aliyan de kêmasiyên me hene. Ji bo amadekirina van materyalan, derfetên me yên aborî kêm in. Komela mamosteyan ji bo pirsgirêkên mamosteyan e. Divê weqfek zimanê kurdî hebe ku karibe materyalên dersên zimanê Kurdî bide çêkirin.

Bû 50 sal, em li Ewrûpayê ne hej li zanîngehekê kursiyekî Kurdî yan beşeke zimanê Kurdî tineye.
Li Elmanya zêdeyî milyonek Kurd hene, em nikarin ji bo materyal û lêkolînên zimanê Kurdî saziyekê ava bikin. Ji bo li zanîngehekê kursiyek bê vekirin nikarin xwe bidin ber mesrefan.
Dîsa li Elmanya bi sedan komele û saziyên Kurd hene lê li tevahiya Elmanyayê 4 komelên malbatan ên ji bo ziman û perwerdeyê û pirsgirêkên zarok û malbatan dixebitin tinene.

Vê dawiyê ders zêde bûn gelo?

Îsal li NRW´yê li 3 bajaran mafê dersên Kurdî hat qebûlkirin û dersan dest pê kir. Lê em ditirsin piştî demekê ew ders jî wek gelek derên din betal bibin. Ji ber ku ev mînak gelekî bi serê me de hatiye. Destêkê, gelek zarok dest bi dersan dikin. Lê piştî çend hefteyan hejmar hêdî hêdî kêm dibe û li hinek deran jî xelas dibe. Helbet, mijar hinekî jî bi motîvasyona mamosteyan ve jî girêdayî ye. Lê bawer dikim ji vê bêhtir, sedem helwêsta malbatan e.

Li gorî YMK'ê Kurd û sazîyên Kurdan divê çawa nêzîkî mijara dersên zimanê dayikê bibin?

Bi gelemperî siyaseteke me ya ji bo ziman, birêkûpêk û domdar tineye. Saziyên me yên ziman û perwerdeyê gelekî kêm in. Yên hene jî lawaz in. Komeleyek didu, nikarin ji bin barê xebatên ziman û perwerdeyê derkevin. Dema alîkarî û piştgiriya siyaseta Kurd tinebe, sazî bi tenê wê nikaribin, zimanê Kurdî baş biparêzin û bi pêş bixin.
Divê em wek sazî û rêxistin xwe û hev rexne bikin lê di aliyê xwedîderketina li zimanê xwe de malbatên Kurd jî pirr xemsar in. Sal bi sal zarokên wan dihelin, ji ziman û çanda xwe dûr dikevin lê vê ji bo xwe qet nakin xem. Pirraniya malbatên me bi xefleteke mezin, zarokên xwe ji zimanê xwe dûr dikin û li gorî xwe difikirin ku ji bo zarokên xwe tiştekî baş dikin. Lê rastî ne ev e. Ev mala xwe bi destên xwe wêran kirine.
Malbat divê ne ji bo xatirê kes û saziyan, ji bo xatirê zarokên xwe li zimanê xwe xwedî derkevin. Heger derfetê dersên zimanê dayikê hebin û hene, ma ne şerm e ku dê û bav nexwazin zarokên xwe bişînin dersên zimanê xwe û bibêjin: “Zarok naxwazin!”
Li her bajarê Elmanyayê îro hejmara Kurdan têrê dike ku daxwaza dersên zimanê xwe bikin. Ji bo vê ne hewce ye ku kesek / hin kes biçin li ber wan bigerin da ku zarokên xwe bişînin dersên Kurdî. Divê her kes bi xwe zarokên xwe qeyd bike. Hema hema li her dibistanê zarok hene, malbat dikarin bi hev re bikevin têkiliyê yan yek bi yek jî doza zimanê xwe bikin. Bi baweriya min çareseriya herî hêsan û baş ev e.
Ji bo avakirina înîsiyatîf û komeleyên malbatan, agahdariyên pêvajoya miracaetên dersên zimanê dayikê û wekî din, em weke YMK amade ne ku bibin alîkar; civîn, semîner û xebatên wekî din bikin.