Dewleta Îranê xwe hazir dike ku Hewramanê li Lîsteya Mîrata Cihanê ya UNESCOʼyê qeyd bike. Berpirsê Meclîsa Şûnwar û Abîdeyan a Îranê, Hessam Mehdî got, hawîrdora gundewar a Hewramanê gelekî baş hatiye parastin û ji bo bikeve lîsteya UNESCOʼyê baş amadekirî ye.
Wezîrê Tûrîzmê yê Îranê jî ji dosyayê razî ye û ji niha ve kêfa xwe tîne ji ber ku bi ya wî ev ê qîmeta çandî ya Îranê zêde bike. Îran a ku halê hazir ji ber ambargo û cezayên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), çavê xwe berdaye her dolara ku dikare bi dest bixe. Ji ber wê jî wezîrê wê dibêje, ew hêz dike ku piştî qeydkirina Hewramanê li lîsteya mîrateyan a UNSECOʼyê, "hejmara tûrîstên biyanî" zêde bibe.
Li navenda vê gundewariya Hewramanê de Hewramanî text hebe jî, bi giştî 300 gund û gundikan dihewîne.
Wezîr çi qasî li ber çand û hawîrdora çandî ya Kurdistanê ketiye em nizanin, lê ji bo tûrîzmê be jî dibêje, "Dosya bi rastî jî ji bo Îraniyan pirr girîng e".
Rêvebera hawîrdora çandî ya ji bo Hewramanê, Pûya Talebniya beriya çendekê gotibû, serdana mufetişên UNESCOʼyê wê gava dawî be. Li gorî wî hin kêmasî hebin jî, wê ji wan bê xwestin ku di nava 6 mehan de wan çareser bikin û paşê wê li ser zêdekirina Hewramanê dengdanek çêbe.  
Di danasîna Hewramanê de dewleta Îranê li xwe dinihe û dibêje, "Hewraman weke dergûşa çand û hunerê Kurdî tê dîtin."

TEHRAN