Li Başûrê Kurdistanê salane di dawiya meha Tebaxê de werza gihiştina tiriyê rezan destpê dike. Xelk berhemê xwe yê tirî diçinin, di destpêka hatina werza payîzê de dikelînin, dikin doşava (dims) tirî û ji bo zivistanê radikin.

Zulêxa Hemed Emîn û Behcet Elî ku hevjîn in û xelkê bajarokê Hîranê ne, salane di werza payîzê de bi hev re dest bi çinîn û komkirina berhemên çandiniyê yên werza havînê dikin û ji bo zivistanê amade dikin.

Her du hevjînan di nav mala xwe de  çend rezên tiriyê yên cûr bi cûr danîne. Ew bi çêkirina doşava tirî ve mijûl in ku yek ji berhemên xweş a xwarinê ya bi tam e ku piranî di werza zivistanê de tê xwarin û di demên kevin de ji bo derman jî dihat bikaranîn.

Li xizmên xwe belav dikin

Zulêxa û Behcet bi hev re karê xwe dikin, destpêkê tirî berhev dikin, paşê dişon û dixin kîsekê, paşê dixin nav çaleke taybet. Mam Bahcet bi cizmeyekê paqij diçe nav çalê û bi herdu lingên xwe tirî diperçiqîne û teştek di bin çalê de daniye û ava tirî ji çalê diçe teştê. Zulêxa jî ava tirî bi parçeyek qumaş digivêşe û dixe satilekê û dixe nav menceleke mezin.  Mam Bahcet agirekî mezin vedike û doşava datîne ser agir. Di nava 8-10 saetan de doşav amade dibe. Doşava tirî ji şerbeta tiriyê nû tê çêkirin. Piştî ku dendikên wê jê tên derxistin û qalikê wê tê rakirin, li ser agir dikelînin heta dibe doşav. Di dawiyê de dixin bîdonên taybet û li ser xizm û kesên nêzîkî xwe belav dikin û ji bo werza zivistanê radikin. Eger ji wan zêde bû, dibin bazarê difiroşin. Çêkirina doşava tirî karekê gelek zehmet e û westan jê re divê. Lê di encamê de berhemek taybet, bi tam û şîfa jê derdikeve.

ROJNEWS/SORAN