Dora karê statuya Şengalê ye!

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 21 Çile 2023 - 01:54

  • Siyasetvanê Êzîdî Alî Atalan û berdevka SMJÊ´yê Nûrê Alkiş biryara Elmanyayê ya naskirina qirkirina Êzîdiyan erênî nirxand û herduyan jî ji civaka Êzîdî xwest, êdî ji bo qebûla statuya Şengalê bixebitin. 

HAKAN TURKMEN/BERLÎN

 

Parlamenterê berê yê HDP´ê Alî Atalan piştî naskirina qetilkirina Êzîdiyan li Elmanyayê got, “Elmanya divê ji bo qebûlkirina statuya Şengalê bi rola xwe rabe.” Berdevka Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) Nûrê Alkiş jî xwest jinên di destê DAIŞ’ê de dîl bên rizgarkirin, DAIŞ´î bên dadgehkirin û Peymana 9´ê Cotmehê ya li ser Şengalê jî bê betalkirin. 

Piştî qirkirinê bi 8 salan, Meclîsa Federal a Elmanyayê pêr qirkirina Êzîdiyan a 3´yê Tebaxa 2014´an yanî fermana 74´an, fermî nas kir. Rêxistin û siyasetvanên Êzîdiyan biryarê erênî dinirxînin û dixwazin Elmanya gavên berbiçav biavêje. Li pêşiya hemûyan jî naskirina Xweseriya Şengalê tê. 

Siyasetvanê Êzîdî û parlamenterê berê yê HDP´ê yê Êlihê, Alî Atalan jî biryar erênî dît û got, heger ev biryar baş bê nirxandin dikare ji bo misogerkirina statuya Êzîdiyan li Şengalê bi kêr bê: “Elmanya ji niha û pê ve dikare vê yekê gavekê ber bi wêdetir bibe, ji bo naskirina xweseriya Şengalê bi rola xwe rabe. Ev biryar dikare ji bo dewleta Iraqê jî bibe nimûne. Heger Şengal xweser bibe, Êzîdî wê karibin xwe biparêzin. Wê karibin failên fermanên beriya niha û hevkarên wan jî dadgeh bikin.” 

 

Li ber Êzîdiyan karê ji bo xweseriyê heye

Alî Atalan got, niha wezîfeyeke mezin dikeve ser milê civaka Êzîdî jî û wiha peyivî: “Êzîdî û dostên wan ji bo ku armanca xweseriya Êzîdxanê pêk bînin, divê xebatên xwe dewam bikin. Heger xweserî misoger bibe, hingê Êzîdî dikarin parastina xwe û jinûve avakirinê jî pêk bînin. Ji bo vê divê proje bên amadekirin û Êzîdî di nava siyasetê de cihê xwe bigirin.”

 

Serê pêşî jinên dîl divê bên rizgarkirin

Berdevka SMJÊ´yê Nûrê Alkiş jî li Berlînê rûniştina parlamena Elman şopand. Wê biryar weke encama xebata Êzîdiyan a 8 salan nirxand û got, “Yên ku herî zêde di ber de xwe westandin jî nexasim Tevgera Azadiya Jinê ya li Şengalê, li vê derê Meclîsa Jinên Êzîdî, û sazî û rêxistinên bi pêşengiya jinan bûn.”

Nûrê Alkiş bi bîr xist ku di pratîkê de ti dewletê ji bo Êzîdiyan ti gav neavêtiye û wiha daxwazên xwe yên berbiçav ji dewleta Elman kirin rêz:

* Em serê pêşî hêvî dikin ku Xweseriya Şengalê bê qebûlkirin. Di destê DAIŞ´ê de qederê 2 hezar û 700 jinî hîna hene. Bi aqûbeta wan nayê zanîn. Divê li ser mijarê lêkolîn û lêpirsîn bên kirin.”

 

Wê biryarê bişopînin

Nûrê Alkiş di dawiyê de jî got, ew ê gavên piştî biryarê bişopînin û wiha peyivî: “Dewleta Elmanyayê, ka wê kîjan xalan pêk bîne, ji bo wan gavên çawa biavêje, em ê tevî raya giştî bişopînin. Di xisûsên me behsa wan kirî de em ê bi tevahiya hêza xwe destekê bidin. Ji bo xwe gihandina jinên winda, em  ê pêşengiyê bikin. bi derfetên xwe, çi ji civaka Êzîdî re lazim be, em ê bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.