Konferansa Kurdî şanseke mezin e
Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:10
Yek ji nûnerê Êzidiyan di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de amade bûbû got:"Em niha xwedî şanseke mezin in, tevlîbûna konferansê û hebûna di wesîqeyê de, ji bo me derfetek e."
Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û endamê Koordînasyona Bilind a Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê li Cîhanê Ednan Kalo der barê girîngiya lidarxistina konferansê axivî.
Ednan Kalo lidarxistina konferansê li gelê Kurd, malbatên şehîdan û şoreşgeran pîroz kir û diyar kir ku pêdiviya civaka Kurd bi sedan salan bi konferanseke wiha hebû. Di dîroka Kurdistanê de çiqas şoreş û serhildan çêbûn, yekrêziyek di aliyê siyasî de çênebû û pê re jî lêvegerek jî nehate çêkirin.
Ednan Kalo da zanîn ku ew ji ber cara yekemîn e di dîrokê daxwaz tê kirin ku ola Êzidî weke oleke resmî li Sûriyeyê bê dîtin, ew dibînin ku ew weke Êzidî para xwe ya herî mezin ji vê yekitiyê werdigirin.
Ednan Kalo destnîşan kir ku di dîrokê de civaka Êzidî li Rojhilata Navîn di gelek fermanan re derbas bû û tu carî jî kes li kêlek wan nesekinî û piştgiriya wan nekir; ne ji aliyê civakî, ne leşkerî ne jî siyasî. Ednan Kalo di dawiyê de got: "Em niha xwedî şanseke mezin in, tevlîbûna konferansê û hebûna di wesîqeyê de, ji bo me derfetek e. Bi saya Şoreşa 19'ê Tîrmehê em îro weke Êzidî cihê xwe li her deverê digirin.”
ANHA / QAMIŞLO