• Vassilios Petrakos: Ti carî qeydên berhemên hunerî yên hatin dizîn, nehatine girtin û ji xwe êdî ev yek ne pêkan e jî. Ji hin lêkolînên berê yên ku me kirine, em dizanin ku berhem û xebatên li muzeyan, hatine dizîn; lê em nizanin ji bin erdê çi derxistine.

ARDÎN DÎREN

Çanda talan û diziyê ya dagirkeran xwedî dirokeke kevn e. Dema mirov berê xwe dide dîrokê, mirov îro tiştên ku li Efrînê diqewimin, ango talan û diziya dewleta Tirkan baştir fêhm dike. Beriya hefteyekê, me nivîsek derbarê dizî û talana dewleta Tirk û çeteyên wê de parve kiribû bê ka çawa berhemên dîrokî didizin û dikin malê xwe. Ji lewma îro li Efrînê gelek berhemên dîrokî tên rûxandin, talankirin û dizîn. Talan û dizî ji mêj ve ye karê dagirkeran bûye, bi nivîsa jêr em vê yekê baştir dibînin. Her wiha em dibînin ku ti ferq di navbera Naziyan û dewleta Tirk de tine ye. Her tim dizî û talan e karê wan.  

Lêkolerên dinyayê ji mêj ve ye ku ketine pey berhemên dîrokî yên di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de hatine talankirin û dizîn. Di vî warî de nexasim diziya Naziyan navdar e û tê gotin ku wan di dema şer de gelek berhemên dîrokî dizîne û kirine malê xwe. Lêkoler xebatên xwe bi giranî li Emerîka, Elmanya, Îtalya, Fransa, Lehistan û Yewnanistanê dimeşînin. Bêhtir bala xwe didin ser berhemên dîrokî ku hatine talankirin û dizîn.

Yewnanistan, niha li pey şopên Naziyan digere û lêkoler destnîşan dikin ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, Naziyan Yawnanistan dagir kiriye û ji welatê wan gelek berhemên dîrokî dizîne. Sekreterê Giştî yê “Komaleya Atîna ya Arkeolojiyê” Vassilios Petrakos xebateke bi navê “The Past in Shackles” (Rabihuriya qeydûbendkirî) daye destpê kirin. Ev xebata wî ji pênc beşan pêk tê û wî bi vê xebata xwe daye pey berhemên dîrokî yên ji hêla Naziyan ve hatine talankirin û dizîn.

Naziyan sala 1941’ê Yewnanistan dagir kir. Li gorî New York Timesê di dema dagirkirinê de ji artêşa Elmanan generalê bi navê Julius Ringel, li Girîta ku lê ji şaristaniya Mînos gelek berhemên dîrokî hene û dîroka wê heta bi 3 hezar salan diçe, beşdarî kolanên erdê dibe û roleke aktîf dilîze di vê talanê de. General Julius Ringel ji van berhemên ku ji bin erdê derdikevin, gelekan - weke guldank û seramîk - bi alîkariya leşkerên xwe ji xwe re vediqetîne û dike malê xwe. Yên ji ber mayî jî weke xenîmetên şer dişîne ji muzeyên Elmanyayê re.

General ji diziyê berpirsyar e

General Julius Ringel, ji xeynî yên ku wî û leşkerên wî ji bin erdê derxistine, hin berhêmên dîrokî yên ku berê hatibûn derxistin û dihatin pêşandan jî didize. Petrakos dibêje, general ji gelek talan û diziyan berpirsyar e: “Generalên weke Ringel, tenê ji dizî û talana şexsî ya ji bo dewlemendiya xwe na, her wiha ew ji tinekirina berhemên dîrokî yên li Girît, Makedonya, Tirins, Assini û Samosê jî berpirsyar in. Ji lewre, ev berhem bi destê wan tine bûn ango hatin talankirin.” 

Lokolîn hene lê kêm in

Xebatên derbarên diziya Naziyan ya berhemên dîrokî li gelek welatan niha didome. Profesora Zanîngeha Arîzona yê beşa Antropolojiyê Irene Bald Romano dibîje, li Emerîka, Elmanya, Îtalya, Fransa û Lehistanê jî heman xebat tên meşandin û derbarê vê yekê de lêkolîn tên kirin. Kuratorê “Getty Museum” Claire Lyons jî dibêje, “Mixabin derbarê aqûbeta berhemên dîrokî de yên ku Naziyan dizîn, zêde lêkolîn nayên kirin, yên hene jî kêm in. Divê em bêhtir bala xwe bidin ser Şerê Cîhanê yê Duyem.”

Qeydên wan nehatin girtin

Di Şerê Cîhanê yê Duyem de ne tenê li Yewnanistanê, her wiha li Îtalya û Misrê jî gelek berhemên dîrokî hatibûn dizîn. Petrakos derbarê rewşa Yewnanistanê de dibêje, “Ti carî qeydên berhemên hunerî yên hatin dizîn, nehatine girtin û ji xwe êdî ev yek ne pêkan e jî. Ji hin lêkolînên berê yên ku me kirine, em dizanin ku berhem û xebatên li muzeyan, hatine dizîn; lê em nizanin ji bin erdê çi derxistine.” 

Li herêma Teselya bi pêşengiya teorîsyenê Naziyan Alfred Rosenberg, gelek cihên dîrokî hatine kolan, her wiha Heinrich Himmler jî ku berpirsyarê Gestapo û SS’ê bû, ji bo lêkolînên derbarê nijada Aryenan de xurttir bike li Yewnanistanê gelek xebat bi rê ve biribûn û ew jî tevlî van xebatên kolanên erdê bûbû.

Berhem vedigerin welatê xwe

Li hêla din pisporên ku bi van karan re elaqedar in û lêkolînan dikin, dibêjin, Elmanya di warê lêvegerandina berhemên dîrokî de yên ku di dema Naziyan de hatine dizîn, pirr baldar e û heta ji destê wê tê, van berhemên dîrokî li welatên wan vedigerîne. Profesor Romano dibêje, ku rewş her çend ne bêhêmpa be jî Elmanya di vî warî de dibe alîkar û ji bo çavkaniyan jî standartên baş diyar dike.

Di warê koleksiyonan de jî zelal tevdigere û arşîvên xwe bi herkesî re parve dike. Rêvebirê “Muzeya Arkeolojiyê ya Atînayê” Kostos Nikolentzos jî van agahiyan piştrast dike û dibêje, Muzeya Pfahlbau ya bajarê Unteruhldingen, 13 hezar berhemên dîrokî tevî agahî û wêneyên wan yên ku ji herêma Teselya hatibûn dizîn, teslîmî muzeya Atînayê kirine. 

Hin belge tên veşartin!

Herî dawî kurotora “Muzeya Heraklion” Geogia Flouda balê dibe ser vê mijarê û dibêje, ew nikarin xwe bigihînin lêkolînên pisporên Elman û Awustiryayî. Georgia Flouda dibêje, tiştên tên parvekirin hene, lê di heman demê de gelek tiştên ku nayên parvekirin jî hene:

“Hin delîl hene, em nikarin xwe bigihînin wan. Em nizanin Elmanya û Awustirya hin belgeyan ji me vedişêrin yan na! Dibe ku hin belge tên veşartin jî. Lê helbet her diçe belge derdikevin holê, ev tiştekî baş e, lê divê em vê yekê jî li ber çavan bigirin û zanibin ku gelek kolanên erdê yên bê destûr hatine kirin û derbarê van de lêkolîn û belge tine ne.”

Gelek berhemên dîrokî yên ku Naziyan talan kirin û dizîn, pey re li welatên wan hatin vegerandin. Lê tê zanîn ku gelek ji van berhemên dîrokî jî nehatine vegerandin û rayedaran ev berhemên dîrokî firotine muzexaneyên navdar yên dinyayê.