Îro 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Cejneke ku wesîleya wê weşandina kovara Hawarê ye; hejmara kovarê ya pêşî 15’ê Gulana 1932’yan hatibû weşandin. Lê herçî Cejna Zimanê Kurdî ye, ji 2006’an ve tê pîrozkirin. Wê salê nexasim bi pêşengiya TZP’ê jî KNK’ê 15’ê Gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî ragihandibû. Axir îsal 12 û 13’ê Gulanê li bajarê Elmanyayê Wiesbadenê derfeta min çêbû, berê xwe bidim daketina bi mijara zimanê Kurdî di huner de. Şanoya Dagirkirina Tarîtiyê 12’ê Gulanê bi derhêneriya Îhsan Osman li ser dika Şanoya Dewletê ya Wiesbadenê hat nîşandan.
Malûm e, senaryoya şanoyê xwe disipêre romana Bextiyar Elî ya bi heman navî û bi meseleya siyaseta ziman a dewleta Tirk dadikeve. Ev siyaseta dewleta Tirk jî malûm e, qirkirina Kurdan e bi rêya kuştina zimanê wan. Roman bi karekterên nimûneyî û bûyerên wêjeya “realîzma efsûnî” xweşik behsa meseleyê dike.
13’ê Gulanê jî li heman mekanî, ji operaya Mem û Zînê qismek hat pêşkêşkirin. Yanî ji operaya qederê 3 saetan dewam dike, saetek hat pêşkêşkirin. Orkestra jî nebû, li ber piyanoyê, soprano û tenorê projeyê hunerê xwe nîşan dan. Ez ê dawiya hefteya bê nûçeyeke berfereh li ser meselê amade bikim. Ez mesele dibêjim, ji ber ku Sopranoya Kurd Pervîn Çakar li ser projeyê îdîayên êdî bi xelkê malûm ên dizîna projeyê kiribûn. Derhênerê vê operayê Îhsan Osman bi xwe, li ser pirsa me ya li ser îdîayan, got, heger di projeya pêk hatî de, metn (lîbretto), fînansekirina projeyê û bestekariyê de para Pervîn Çakar heye, ew bi hew hawî li ber wê hazir e ku çi heqê wê heye, bide. Lê heger nîne jî ew ê hez dike, îtham bisekinin. Weke min gotî bi nûçeyeke berfereh a li ser vê operayê, hefteya bê ez ê bi vê eybê jî dakevim ku ji ser operaya bêhtir xelk bi xwe mijûl kir. Ji ber ku operaya yekem a Mem û Zînê nîşan dide, helbet tecrûbeyeke baş bû û ji ber ku gelek hilberînerên huner ên Elman û Ewrûpî jî amade bûn, em dikarin li bendê bin ku sala bê ev berhem weke operayeke tam bê nîşandan. Tevî minaqeşeyên li ser hilberandinê, karekî baş bû ku di erefa Cejna Zimanê Kurdî de bal bire ser zimanê Kurdî.
Axir gava min ev nivîs dinivîsand, hîna encamên dengdana hilbijartina doh nehatibûn eşkerekirin. Ez wiha hizir dikim ku serketina Partiya Çep a Kesk a di hilbijartinan ku wê îro hêdî hêdî eşkere bibe, wê vê cejnê bike cotcejn. Lewma ew ê bi awayekî xurttir karibe doza zimanê Kurdî bike rojevê û ji bo misogerkirina mafên Kurdan ên ziman xurttir tevbigere. Wiha diyar e bi çend parlamenterên ciwan ên ku zimanê Kurdî ji bo wan eşkere ji meseleyên esasî ye di warê berxwedana li dijî qirkirinê de em ê siyaseteke Kurd a legal a çalaktir di warê zimanê Kurdî de bibînin. Bila ev jî kêfa cejna zimanê me xweştir û zêdetir bike.
Bi her halî pêşniyazeke min ji bo Cejna Zimanê Kurdî li dê û bavan heye. Bila vê rojê, ew qenciyekê bi xwe û zarokên xwe bikin. Bi wan bidin hîskirin ku îro cejn e; diyariyekê bidin wan, tevî çîrokek, stranek, kitêbek yan jî filmekî Kurdî. Bila zanibin îro rojeke taybet e ji bo hebûn û xwebûna wan. Cejna Zimanê Kurdî û xwedê bike bi eşkerebûna encamên hilbijartinê re cotcejn li we teva pîroz û bimbarek be.
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Hostekarekî me û kula dilê wî
8 gulanê
Liba nîskê ya lewitî
24 nîsanê
Pîr qutnî û nasnameyeke veşartî
17 nîsanê
Radio Kobanî û Deriyê Xewnan
3 nîsanê
Newroz li zarokan pîroz be
20 adarê
Gavên pratîk û biryarên siyasî
27 sibatê
Em jî tevî Kurdî qir dibin
20 sibatê