Dixwazin ser dozê bigirin 

Pêncşem 4 Sibat 2021 - 01:39

Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter got 18 meh mane ku ser doza bavê wî were girtin bi sedema dema wê diqede. 

Dîcle Anter got doza Mûsa Anter, ku danişîna dawî ya dozê 20'ê Çile bû,18 mehên din “dema wê diqede”. Doza Mûsa Anter ê ku 1992'yan hatibû qetilkirin piştî salek û nîvê din, li gorî qanûnan wext di ser re diçe ango dema wê diqede.

Dîcler Anter got, ''1992'yan li bavê min reşandin û şehîd bû. Ji wê demê heta 2022'an 30 sal dike. Di vê pêvajoyê de doz çû DMME'yê. DMME'yê bi sedema Mûsa Anter neparastiye ceza da dewleta Tirk. Ji wir ceza xwar û doz dîsa vebû. Dosya dîsa ji nav refan hate derxistin. Gelek kesan şahidî kir. Tevî vê yekê tiştek nekirin û em wisa gihiştin heta roja îro. Hê dereng nîne 18 meh hene.”

Anter bal kişand ser organîzasyona dewletê û got, ''Îro divê eşkere vê bibêjim, tetîkkêş her çendî Kurd be jî, ev cînayet, organîzasyona wê dewletê kiriye.''

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.