Dixwaze xizmeta şoreşê bike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Hezîran 2023 - 03:20

CAN FEDA ILÊWÎ/ANHA/HESEKÊ

 

Eymen Şakir li navçeya Dirbêsiyê sala 1973`yan ji dayîk bûye. Bavê du zarokan e. Ji piçûkahiya xwe ve dest bi huner kiriye. Li ûdê dide. Bavê wî ev pêşî jê re kiriye. Li ber destê hunermendê rehmetî Seîd Yûsif fêrî mûzîkê bûye. Di 13 saliya xwe de yanî sala 1986`an, wî bi xwe dest bi fêrkirina mûzîkê kir. Vê jî kesayeta wî ya hunerî û têkiliya wî bi warê hunerî re xurttir kir.

Şakir dibêje, “Di refa 7`ê de bûm, li ber destê mamoste Xalid Silêman fêr bûm. Me ûd pejirand ji ber ku gelekî jê hez dikim.”

Di dibistana amadehî de Eymen Şakir tevî malbata xwe koçberî Şamê dibe û li wir tev li Paymengeha Bilind a Muzîkê dibe ji bo ku bi rêbazên pîşeyî û akademîk fêrî muzîkê bibe. Li rex mijarên bingehîn ên muzîkê jî, Eymen Şakir di xwendina nota û solfêjê de lêkolîn kirin û di heman demê de dest bi fêrbûna lêdanê ûdê û stranbêjiyê kir.   

Sala 2003`yan, Şakir gelek hunermendên Iraqî nas dike. Didu ji wan jî Yasir Xidir û Sadûn Cabir bûn. Her du jî ji ber şerê Iraqê yê wê demê li Şamê bi cih bûbûn. Her duyan bandor li Şakir kir û wî jî sûd ji tecrûbeyên wan di muzîkê de girt û behreya xwe bi pêş xist. Di encamê de bi hev re li Şamê, li Beyrûd û Urdinê jî tevlî şahiyan bû.

Eymen Şakir, wisa jiyana xwe ya hunerî domand heta destpêkirina Şoreşa Rojava ku vegeriya bajarê xwe Dirbêsiyê. Wî xebatên xwe di nava Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê de dewam kir û tev li Koma Şehîd Zîlan bû: “Min xwest xizmeta şoreşê bikim û bi rêya koma sala 1996`an ava bûye, dengê xwe ragihînim. Koma me ji 12 hunermendan pêk tê. Her yek ji wan hunerê wan cuda ye. Komê gelek alîkariya min kir da ku behreya xwe bi pêş bixim.”

 

Stranên ji bo welat û dayikê

Koma Zîlan a Navenda Çand û Huner a Dirbêsiyê Eymen Şakir teşwîq kir da ku gelek stranan li ser şoreşa Rojava, welat binivîse û stranên şoreşgerî amade bike da ku pê moralê şervanan bilind bike. Li cem wî 10 berhem hene, gotin, awazên hemûyan ên wî ne. Mîna Rojava bûka Sûriyeyê ya li herêmê navdar. Eymen Şakir hez dike ku stranan bi Mêrdilî, Kurdî û Erebî bibêje.

Eymen Şakir gelek ji stranên girêdayî dayikê hez dike. Ji ber wê, strana “We bêriya min kir yadê” çêkir ku ji çanda mêrdilî ye û behsa bêrîkirina dayikê dike. Li rex wê jî, stranek li ser pêngava Gurzê Gelan nivisî ji bo piştgiriya berxwedana şervanan bike. Der barê vê mijarê de Eymen Şakir dibêje, “Ji ber hezkirina me ya zêde ji bo welêt û dayîka min, ev her du stran di jiyana min a hunerî de xwedî girîngiyeke mezin in.”

 

Girîngiyê bidin awazên Kurdî

Eymen Şakir banga parastina çanda Kurdî û bipêşxistina wê kir: “Di vê dawiyê de pirraniya hunermendên me, meyla hunerê rojavayî dikin û taybetmendiya Kurdî lê bar dikin. Awazên rojavayî ne xirab in, lê divê em girîngiyê bi awazên Kurdî û bi vejandina çanda kurdî bidin da ku reseniya wê biparêzin. Lê bi rê û rêbazên Kurdî ne bi rêbaza rojavayî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.