Dîwarên resen ên Hewramanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Mijdar 2023 - 00:48

  • Hosteyên dîwaran ên Hewramanê bi awayakî xwezayî yanî bê çîmento û malzemeyên din dîwaran lê dikin. Dîwarên ku ew lê dikin, yek ji nîşaneya herî girîng a mîmariya resen a herêma Hewramanê ye. Ev dîwarên qewî û xweşik bi salan dikarin li ber xwe bidin û qet wêran nabin.

HERÊM QADIR / ROJNEWS / HEWRAMAN

Yek ji taybetmendiyên devera Hewramanê, bi taybetî jî gundê Hewramanî Text yê li Rojhilatê Kurdistanê, avahîsaziya bi keviran e. Vê çandê bala cîhanê jî biriye ser xwe û ji bona wê jî ji aliyê UNESCO´yê ve wek herêmeke çandî û dîrokî li ser asta cîhanê hatiye tomarkirin û ketiye nava lîsteya şûnwarên cîhanî de.

Şêwazê çêkirina avahiyan li Hewramanî Text li gel xwezaya herêmê bûye yek. Cewherê vî karî jî xwe guncandina mirovên herêmê ya li gel xwezaya deverê ye. Tişta ku di avahîsaziyên Hewramanê de tê dîtin, hezkirina zêde ya Hewramaniyan a ji bo xwezayê ye. Hewramaniyan xweza ji bo berjewendiyên xwe xera nekirine û xwezayê diparêzin.

Çêkirina mizgefta mezin a Hewramanî Text û bi sedan xaniyên din ên ku bêyê herî û çîmento hatine çêkirin, şahidiya vê çanda endazyarî ya resen a Hewramanê ne. Dîwarên ku hatine çêkirin, piştî bihurîna bi sedan salan jî heta niha kevirek ji cihê xwe neliviye.

Par di rûniştina komîteya mîrateyan a cîhanî ya 44’an de (UNESCO) ku li Çînê bi amadebûna nûnerên 139 welatan pêk hat, devera Hewramanî Text weke devereke çandî û dîrokî li ser asta cîhanê hat tomarkirin û ket nava lîsta şûnwarên cîhanê de. Xelkê Hewramanê jî ji vê biryarê gelekî razî ye.

200 sal in xera nebûne

Hosta Hisên Mihemed xelkê Hewramanî Text e. Ev 25 sal in ku hosteyê çêkirina dîwarên bi kevir e. Hosta Hisên, têkildarî karê xwe got, “Ez ji karê hunerî yê keviran ê li ve deverê hez dikim. Li Hewramanê hinek dîwar bi keviran hatine çêkirin û çîmento ji bo çêkirina wan nehatiye bikaranîn. Ev dused sal in ku ew dîwar hatine çêkirin, lê hîna xera nebûne. Em niha jî bi kevir û çîmento kar dikin.”

Havînan hênik û zivistanan jî germ in

Hosta Hisên diyar kir ku ferqeke mezin di navbera dîwarê bi keviran û blokên beton de heye û got: “Dîwarên bi kevir bi sedan salan xwe digirin. Ji bilî wê jî xaniyên bi keviran hatine çêkirin, Havînan hînik û Zivistanan jî germ in.” Di dewamê de Hosta Hisên Mihemed behsa zehmetiyên karê bi keviran jî kir û got, “Karkirina bi keviran gelek zehmetiyên xwe hene. Divê kevir gelek bi ciwanî û rêkûpêk werin hazirkirin ango xeritandin. Nabe ev kar bi lez û bezê here serî. Pêwîstî bi hûrgiliyeke zêde heye û ji vê yekê re jî sebr divê. Kesê vî karî dike jî divê şarezabûneke wî ya baş hebe.”

Şekirina keviran muhim e

Li Hewramanê du şêwazên dîwarên keviran hene, yek ji wan bê çîmento û tenê kevir e, yê din jî bi çîmento û kevir e, û gelek bi hêz e. Bi sedan salan dimîne û dîwarên wê narûxin. Ehmed Mihemed ji xelkê aliyê Hewramanê yê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ehmed karê necirandina keviran dike. Hosta Ehmed jî li ser karê hazirkirina keviran got: “Em li vir keviran şeh dikin (amadekirina kevir ji bo dîwar) ger em keviran ciwan çênekin, wê ji bo dîwar bi kêr neyên. Hinek caran ji bo şehkirina kevirekî nîv saet dem divê da ku li ser dîwar baş cihê xwe bigire.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.